Nêçîrvan Barzanî: Divê hikûmeta federal peymana Şingalê bi cih bîne

Nêçîrvan Barzanî: Divê hikûmeta federal peymana Şingalê bi cih bîne

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera 12an a jenosîd û komkujiya Kurdên Êzidî ya li Şingalê de peyamek belav kir. Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku erka Hikûmeta Federal a Iraqê ye ku ewlehî û avedaniyê ji bo Şingalê vegerîne û got: “Em ê di hewldanên xwe yên navneteweyî de berdewam bin heta ku tawanên DAIŞê li ser asta cîhanê bi tevahî wekî jenosîd bêne naskirin.”

Di peyama Serokê Herêma Kurdistanê de wiha hat gotin:

“Îro bi xem û êşeke kûr ve, bîranîna diwanzdeh saliya tawana jenosîd û komkujiya welatiyên me yên Êzidî bi bîr tînin. Di vê bîranîna bi êş de, em serê rêz û hurmetê li ber giyanê pak ê şehîdan ditewînin û bi hemû rêz û wefadariyê wan bi bîr tînin.

Tawana jenosîda Êzidiyan, dîlgirtina keç û jinên wan û wêrankirina mal û perestgehên wan, birîneke vekirî ya dil û derûna gelê Kurdistanê ye. Mixabin welatiyên me yên Êzidî piştî diwanzdeh salan jî hêj baca nakokiyên siyasî û hebûna hêzên çekdar ên neyasayî didin.

Ji vir ve em tekez dikin ku erka Hikûmeta Federal a Iraqê ye ewlehî û avedaniyê ji bo Şingalê vegerîne, Rêkeftina Asayîkirina Rewşa Şingalê ya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re cîbicî bike, kar ji bo parêzgehbûna wê bike û rê bide ku hêzên neyasayî herêmê bi cî bihêlin da ku koçber vegerin ser cih û warên xwe.

Em welatiyên xwe yên Êzidî piştrast dikin heta ku revandiyek jî mabe, tîma nivîsgeha me dê li ser karên xwe yên ji bo rizgarkirin û eşkerekirina çarenûsa wan berdewam be. Her wiha em ê di hewldanên xwe yên navneteweyî de berdewam bin heta ku tawanên DAIŞê li ser asta cîhanê bi tevahî wekî jenosîd bêne naskirin.

Di vê bîranînê de, em spasî û rêzdariya xwe ya kûr pêşkêşî xelkê mêvanperwer ê Dihok û Behdînanê bi giştî dikin ku di kêliyên dijwar de deriyê mal, dibistan û mizgeftên xwe ji koçberên Êzidî re vekirin. Her wiha spasî û rêzdarî ji bo wan hemû welatên ku ev tawan wekî jenosîd nasandine û bi her şêweyî alîkariya Êzidiyan kirine.

Silav li berxwedana civaka Êzidî, silav ji bo giyanê pak ê şehîdan û wan hemû Pêşmergeyên qehreman ên ku di wan rojên dijwar de bi fermandariya Cenabê Serok Mesûd Barzanî efsaneya DAIŞê têkşikandin û canê xwe ji bo azadkirina Şingalê û parastina rûmeta niştiman bexşîn.”