Pêşniyaza projeyasaya “Yasaya Çarçoveyê” ji bo îmzeyê hat vekirin

Parlamentoya Tirkiye-Net

AK Partiyê projeyasaya “Yasaya Çarçoveyê” ku dê bingeha hiqûqî ya proseya “Tirkiyeya Bêteror” pêk bîne, ji bo îmzeya parlamenteran vekir. 

Projeyasaya “Yasaya Çarçoveyê” ku armanc dike bingeha hiqûqî ya proseya proseya aştiyê ava bike, di Koma AK Partiyê de ji bo îmzeya parlamenteran hat vekirin. Tê payîn ku piştî temambûna pêvajoya îmzeyê, pêşniyaz ji bo Serokatiya parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) bê pêşkêşkirin.

Projeyasaya ku ji aliyê Serokatiya Koma Parlamentoyê ya AK Partiyê ve hatiye amadekirin, beriya ku ji parlamentoyê re bê şandin, ji bo êrêkirina parlamenterên komê re hat pêşkêşkirin.

Di daxuyaniya ku bi îmzeya Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler ve ji parlamenteran re hat şandin de hat ragihandin, biryar hatiye dayîn ku hemû parlamenter pêşniyaza yasayê bêkêmasî îmze bikin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, pêşniyaz di Salona/Dîwana Desteya Birêvebiriyê ya Komê ya di parlamentoyê de ji îmzeyê re hatiye vekirin û ji parlamenteran hat xwestin ku karûbarên xwe yên îmzeyê, heta îro 4ê Tîrmehê saet 17.00an temam bikin.

Piştî temamkirina pêvajoya îmzeyê, tê plankirin ku Pêşniyaza Yasaya Çarçoveyê di demeke kurt de ji Serokatiya parlamentoyê re bê pêşkêşkirin, di komîsyonên têkildar de were nîqaşkirin û pêvajoya yasadanînê bê destpêkirin.

Bingeha Hiqûqî Ya Pêvajoyê Dê Bê Avakirin

Tê çaverêkirin ku pêşniyaza ku di raya giştî de wekî yek ji gavên yasayî yên herî girîng ên pêvajoya “Tirkiyeya Bêteror” tê nirxandin; çarçoveya hiqûqî ya pêvajoya danîna çekan, prensîbên pêkanînê û gelek mîsogeriyên yasayî lixwe bigre.

Tê armanckirin ku ev rêziknameya ku wekî yek ji qonaxên girîng ên pêvajoyê tê dîtin a ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan berê bi gotina “em nêzîkî armancê dibin” bal kişandibû serê ku piştî hevdîtinên di Meclisê de bibe yasa.