Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî li Şamê civiyan: Pêvajoya integrasyona HSDê li ser masê ye

Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera li Qesra Gel a li paytexta Şamê, pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kir. Hevdîtin bi armanca şopandina gavên kiryarkî yên tevlîkirina hêzên leşkerî û saziyên Rêveberiya Xweser di nav binesaziya fermî ya dewletê de pêk hat.
Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê ragihand ku ev civîna astbilind bi amadebûna Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî û Parêzgarê Dêrazorê Ziyad Ayiş birêve çû. Di hevdîtinê de xebatên derbarê cîbicîkirina xalên lihevkirinnameya 29ê Çileyê ku di navbera hikûmeta navendî û HSDê de hatibû îmzakirin, bi berfirehî hatin nirxandin.
Li gorî zanyariyên ajansê, di danûstandinan de aliyan tekezî li ser bilezlezkirina pêvajoya integrasyona yekîneyên leşkerî û rêveberiyên herêmî di nav saziyên dewletê de kir. Hat destnîşankirin ku mebesta van pêngavan misogerkirina ewlehî, aramî û yektiya xakê ye li hember xetereyên li herêmê.