Li Amedê operasyona sûcên sîberî: 2 gumanbar hatin girtin

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, di encama operasyoneke berfireh a li dijî grûpeke sûcên sîberî de 10 gumanbar hatin desteserkirin. Tê îdiakirin ku van kesan bi rêya platformên dîjîtal zext, tehdît û şantaj li malbatên zarokên mirî kirine. Piştî karûbarên dadgehê, ji van gumanbaran 2 kes hatin girtin.
Tîmên Şaxa Têkoşîna li dijî Sûcên Sîberî ya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Amedê, piştî tespîtkirina çalakiyên grûpeke ku navên kod ên “C47” û “C99” bi kar tînin, dest bi xebateke teknîkî kir. Di çarçoveya lêpirsînê de hat diyarkirin ku gumanbaran bi rêya panelên lêpirsînê yên neyasayî û grûpên girtî, çalakiyên zordariya sîberî, tehdît, şantaj û tacîzê meşandine.
Di lêpirsînê de hat tespîtkirin ku malbatên Rojîn Kabaîş, Hîranur Nîlgun Aygar û Kivanç Umanê —ku mirina wan di raya giştî de dengê mezin vedabû— di nav hedefên sereke yên vê grûpê de ne. Hat ragihandin ku gumanbaran agahiyên kesî yên ji sîstemên neyasayî bi dest xistine bi kar anîne û bi rêya reqemên telefonê yên biyanî peyamên tehdîtê ji malbatan re şandine. Di nav kesên ku hatine tehdîtkirin de bavê Rojîn Kabaîşê, Nîzamettîn Kabaîş jî heye.
Li ser van tespîtan, derbarê gumanbaran de bi tohmeta “tehdît”, “bidestxistina neyasayî ya agahiyên kesî” û “bi fêlê dizîna belgeyên ewlehiya dewletê” dosya hat vekirin. Bi navendiya Amedê li 8 parêzgehan operasyonên hemdem hatin kirin û di encamê de 10 gumanbar hatin girtin.
Gumanbarên ku piştî lêpirsîna li ewlehiyê rewaneyî edliyeyê hatin kirin, derketin pêşberî dadweriyê. Dadgehê ji bo 2 gumanbaran biryara girtinê da, gumanbarên din jî bi şertê kontrola dadî hatin serbestberdan.