PKKe ya hilweşiyayî: Eger Ocalan yasaya çarçoveyê birêve nebe, nayê cîbicîkirin

PKK-Yasaya-Carcove-net

PKKe ya hilweşiyayî ku nave xwe kiriye Tevgera Apoyî derbarê “Qanûna Çarçoveyî” ya ku di rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê de ye, diyar kir ku qanûn xwedî kêmasiyên cidî ye û destnîşan kir ku heta mercên azad ên jiyan û karkirinê ji bo Abdullah Ocalan neyên afirandin, ev qanûn nabe bersiva çareseriyê.

PKKe ya hilweşiyayî têkildarî geşedanên dawî yên derbarê “Qanûna Çarçoveyî” de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ev qanûn tevî kêmasiyên xwe yên bingehîn wekî “destpêkekê” dikare were dîtin, lê belê bêyî mîsyona serkêşiyê ya Abdullah Ocalan, pêvajoyeke rast û mayînde ne pêkan e.

‘Zimanê qanûnê ne zimanê aştiyê ye’

PKKê bal kişand ser zimanê qanûnê û got: “Zimanê qanûneke kokê ya ku aştiyê ji xwe re dike armanc divê ne zimanê şer be, divê zimanê aştiyê be.” Rêveberiyê rexne girt jî ku di amadekirina qanûnê de, hesasiyetên aliyan nehatine girtin û qanûn di çarçoveyeke teng û ji rêzê de hatiye hiştin ku ev yek xizmetê ji paşeroja aştiyê re nake.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Abdullah Ocalan bi banga 27’ê Sibata 2025’an nexşerêya veguhestina şer ber bi zemînekî hiqûqî û siyasî ve bi zelalî daniye, li ser vê bingehê sal û nîvek e şer hatiye sekinandin, lê belê dewletê hîn gavên qanûnî yên pêwîst neavêtine.

Rola Koordînatoriyê û Azadiya Ocalan

Derbarê rola Abdullah Ocalan de, PKKê destnîşan kir ku rayedarên AK Partî-MHP’ê ev pêvajo wekî “polîtîkayeke dewletê” pênase kirine û Devlet Bahçelî bi xwe behsa rola Ocalan a wekî “Koordînatorê Siyasîbûnê û Pêvajoya Aştiyê” kiriye.

Lê belê di daxuyaniyê de hat gotin ku rola ku “Ocalan di vê pêvajoyê de pê rabe, di qanûna çarçoveyê de nehatiye diyarkirin, eger Ocalan nikaribe di nava mercên azad ên jiyan û karkirinê de koordînatoriyê ji vê desteyê re bike, gelek xusûsên ku qanûn diyar dike dê pêk neyê.”

PKKê tekez kir, tenê bi rêvebirina yekser a Abdullah Ocalan û bi azadiya wî, gavên di qanûnê de hatine diyarkirin dikarin bikevin meriyetê.

Kêmasiyên di naveroka qanûnê de

Rêveberiya PKKe ya hilweşiyayî diyar kir, di nava qanûnê de şaşitî û kêmasiyên cidî hene û got: “Bêyî bikaranîna têgeha Kurd, vegotina bêçekbûnê nîşan dide ku pirsgirêk bi rengekî hevgirtî nehatiye nirxandin. Ev ziman, zimanekî welê ye ku gelê me û Tevgera me nikare qebûl bike.”

Herwiha hat destnîşankirin, eger azadiya fikrî û rêxistinbûnê neyê misogerkirin, daxwaza “bêçekbûna gerîla” ne realîst e. Tevgerê got, eger siyasetmedar û gerîla di vegera xwe de bi girtin û sûcdarkirinê re rû bi rû bimînin, dê ev qanûn ji armanca xwe dûr bikeve.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev qanûn divê bibe “destpêkek” ji bo pêşketinên demokratîk ên mezintir. Rêveberiya Tevgerê bang li gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê kir ku ji bo çareseriya pirsa Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê têkoşîna xwe û rêxistinbûna xwe mezin bikin, da ku ev qanûn bibe xwedî roleke rastîn a “çarçoveyî”.