410 Malbatên koçber ên Serê Kaniyê vedigerin warê xwe

410 Malbatên koçber ên Serê Kaniyê vedigerin warê xwe

Piştî 7 salan ji koçberî û jiyana dûrî mal û mulkên xwe, yekem karwanê koçberên Serê Kaniyê ji gundewarê Hesekê ber bi bajarê xwe ve bi rê ket.

Ev karwanê yekê ji 410 malbatan pêk tê. Biryar bû ku zêdetirî 600 malbat di vî karwanî de vegerin, lê ji ber ku hin malbat ne amade bûn, vegera wan bo karwanên din hate paşxistin.

Li gorî zanyariyên Komîteya Koçberên Serê Kaniyê, biryar e ku her 7 heta 10 rojan karwanekî nû yê vegerê bi rê bikeve. Komîte pêşbînî dike ku di heyama 2 mehan de hemû koçberên Serê Kaniyê bi temamî vegerin cih û warên xwe.

Her wiha Komîteya Koçberên Serê Kaniyê ji medyaya herêmî re ragihand ku ji bo piştgiriya aborî û avakirina jiyana nû, dê ji bo her malbateke koçber ku vedigere warê xwe 2 hezar dolarên Amerîkî alîkarî bê dan.