HSDê û Rêveberiya Xweser di nava vê hefteyê de bi fermî bi dawî dibin

Qonaxa leşkerî û siyasî ya herêma rojhilatê Firatê ber bi guherîneke bingehîn ve diçe. Piştî salên dirêj ên rêveberiya xweser û hêzên herêmî, daxuyaniyên dawî yên ji aliyê Şamê ve nîşan didin ku struktura heyî bi temamî tê guhartin.
Lûtkeya ku li Şamê di navbera Serokê Sûriyê Ehmed Şeri´ û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî de pêk hat, bû xala werçerxanê. Di vê rûniştinê de mijara sereke mekanîzmaya pêkanîna bendên rêkeftina 29ê Çileyê bû.
Piştî vê civînê, Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê li Devera Rojhilatî, Semîr Oso teqez kir ku saziyên heya niha kar dikirin nikanin di forma xwe ya kevn de bimînin. Oso diyar kir ku hebûna du desthilatan di nava yek dewletê de nayê qebûlkirin û xebatên HSDê û Rêveberiya Xweser di nava vê hefteyê de bi fermî bi dawî dibin.
Li gorî nexşerêya nû, hemû navend, sazî û deverên îdarî yên ku di bin kontrola Rêveberiya Xweser de bûn, rasterast derbasî bin rêveberiya hikûmeta navendî dibin. Oso destnîşan kir ku rola van saziyan piştî lihevkirinê hatiye guhartin û berpirsiyarî êdî dikeve ser milê rêveberiya giştî ya dewletê.