PWK: “Yasaya Çarçoveyê” berdewamiya pêvajoya înkar û paşguhkirina Kurdan e

Buroya Ragehandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi daxuyaniyeke berfireh helwesta xwe li ser “Yasaya Çarçoveyê” ku di 10ê Tebaxê de li Parlamentoya Tirkiyeyê hat pejirandin, diyar kir. PWKê ragihand ku ev yasa ne ji bo çareseriya pirsê ye, belê berdewamiya polîtîkayên sedsalî yên rezkirin, înkar û mijûlkirina miletê Kurd e.
Di daxuyaniya PWKê de hat destnîşankirin ku projeya heyî bi hevkariya dewletê û Abdullah Öcalan tê meşandin û armanca wê ya bingehîn astengkirina destkeftî û statuya siyasî ya Kurdan e li hemû parçeyên Kurdistanê. PWKê bal kişand ser wê yekê ku di yasayê de ti hevok an gotinek li ser mafên neteweyî, demokratîk, azadiya ziman û nasnameya Kurdan tune ye; berevajî vê, daxwazên rewa yên gelê Kurd di bin navê terorê de hatine pênasekirin.
PWKê herwiha tekez kir ku ew berdan û bêdengkirina çekan a PKKê di berjewendiya gelê Kurd de dibînin, lê girêdana mafên neteweyî yên Kurdan bi çekdanînê re nêzîkatiyeke şaş e. Di daxuyaniyê de banga avakirina “Heyeta Nûneratiya Neteweyî ya Kurd” hate kirin ku ji partî, saziyên sivîl û kesayetên Kurd pêk bête, da ku dewlet ji bo çareseriyeke rasteqîn vê heyetê wekî muxatabê bingehîn bibîne.