Numan Kurtulmuş hûrgiliyên qanûna helweşandina PKKê eşkere kirin: “Ev ne lêborîna giştî ye”

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) Numan Kurtulmuş di daxuyaniyekê de hûrgiliyên nû yên derbarê “Qanûna Çarçoveyê” de parve kirin û ev pêngav wekî gava dîrokî ya ji bo çespandina aştiyê pênase kir. Kurtulmuş tekez kir ku ev yasa ne lêborîna giştî ye û qadên berpirsiyariya serkirdetiya bilind a PKKê rasterast jê hatine derxistin.
Kurtulmuş anî ziman ku di naveroka yasayê de ti xalek nîne ku zirarê bide serweriya nîştimanî û yekparçeyiya axa Tirkiyeyê. Serokê TBMMê diyar kir ku ev qanûneke demkî û serbixwe ye ku tenê bi pêvajoya helweşandina rêxistinê ve girêdayî ye û armanca wê ya bingehîn parastina “rûmeta Kurdan û serbilindiya Tirkan” e.
Di berdewamiya axaftina xwe de Kurtulmuş bal kişand ser rola çavdêriyê ya parlamentoyê û destnîşan kir ku ji bo şopandina hemû qonaxan dê lijneyeke taybet bê pêkanîn. Wî herwiha piştî girtina dosyaya şer û aloziyan banga çêkirina destûreke nû, sivîl û azadîxwaz kir û ragihand ku zemîna siyasî ya welat ji bo reformên nû yên destûrî guncaw e.
Projeyasa bi navê “Bihêzkirina Piştgiriya Nîştimanî û Hevgirtina Civakî” roja Duşemê (10ê Tebaxa 2026an) piştî xebateke salekê ya Komisyona Pêvajoya Çareseriyê gihiştibû Civata Giştî. Di dengdana dawî de ji nav 562 parlamenterên amadebûyî, 468 parlamenteran dengê “belê” da yasayê, 88 parlamenter li dij derketin û 6 dengên bêalî hatin bikaranîn.