PDK-S: Sûriyeya paşerojê divê li ser bingeha hevpariya hemû pêkhateyan û federalîzmê ava bibe

Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriya (PDK-S) encamnameya civîna xwe ya ku roja 12ê Tebaxa 2026an li bajarê Qamişloyê hatibû lidarxistin ragihand. Di civînê de rewşa siyasî ya Sûriyeyê, pêvajoya lihevhatinê ya li Tirkiyeyê û paşeroja gelê Kurd li herêmê bi firehî hatin nirxandin.
PDK-Sê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser qanûna nû ya Parlamentoya Tirkiyeyê ku wekî berdewamiya proseya lihevhatina di navbera Enqere û Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de hat pênasekirin. Di civînê de hat destnîşankirin ku ev qanûn dê bandoreke rasterast û erênî li ser pêvajoya entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê bike.
Di daxuyaniyê de helwesta desthilatdariya nû ya Şamê û Biryarnameya Serokatiyê ya hejmar 13an a sala 2026an hatin erêkirin. PDK-Sê tekez kir ku ji bo garantîkirina mafên rewa yên gelê Kurd, divê naveroka vê biryarnameyê di destûra nû ya welat de cih bigire û hat gotin: “Ji bo avakirina Sûriyeyeke nû, pêdivî bi diyalogeke berdewam û hevahengiya bi Şamê re heye ku mafên Kurdan wek pêkhateyeke resen û hevpariyeke rasteqîn di sîstemê de mîsoger bike.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de rola Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Serok Mesûd Barzanî ya di piştgirîkirina doza Kurd de hat bilindnirxandin. PDK-Sê serdana dawî ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Sûriyeyê wek “werçerxaneke dîrokî” bi nav kir û diyar kir ku hildana Alaya Kurdistanê cara yekem di pêşwaziya fermî ya li Şamê de destkeftiyeke girîng e ku bala hikûmeta navendî zêdetir kişandiye ser doza Kurd.
Sebaret karûbarên navxweyî yên Kurdan, PDK-Sê daxwaz kir ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) bê xurtkirin, şêwazê xebata wê bê nûjenkirin û diyaloga navxweyî ji bo parastina berjewendiyên stratejîk ên miletê Kurd xurttir bibe.
PDK-Sê di encama daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku divê Sûriyeya paşerojê dewleteke demokratîk, federal û pirreng be ku li ser bingeha hemwelatiya wekhev û hevpariya hemû pêkhateyan—Ereb, Kurd, Tirkmen û Suryan-Aşûrî—avabibe.