Bakirhan: Armanca me ew e ku Demîrtaş di kongreya Payîzê de amade be

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di bernameyeke televîzyonê de derbarê “Qanûna Çarçoveyê” û amadekariyên kongreya mezin a partiya xwe de daxuyaniyên balkêş dan. Bakirhan ragihand ku ew plan dikin di Payîzê de kongreya xwe ya mezin pêk bînin û armanca wan a sereke ew e ku Selahattîn Demîrtaş û siyasetmedarên din bi awayekî fîzîkî di vê kongreyê de amade bibin.
Bakirhan bal kişand ser bandora qanûna nû ya li ser girtiyan û diyar kir ku ev qanûn rasterast peywendiyê bi 125 hezar dosyayan re datîne. Bakirhan da zanîn ku ji van dosyayan zêdetirî 75 hezar lêpirsînên eşkere û 50 hezar lêpirsînên veşartî ne. Li gorî zanyariyên ku Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê parve kirin, bi cîbicîkirina qanûnê re di qonaxa yekem de tê payîn ku 3 hezar û 900 girtî werin berdan.
Derbarê kesên ku li derveyî çarçoveya vê qanûnê mane de, Bakirhan eşkere kir ku nêzîkî 900 girtiyên ku beriya sala 2005an cezayê muebeta giran girtine û bi tawana kuştinê tên tawanbarkirin di vê qonaxa yekem de ji qanûnê sûd wernegirin. Bakirhan tekez kir ku rewşa van girtiyan dê di qonaxa duyem a qanûnê de bê destgirtin, lê ji bilî van kesan hemû dosyayên din di nav çarçoveya qanûnê de cih digirin.
Di berdewamiya axaftina xwe de Bakirhan derbarê amadekariyên siyasî yên partiya xwe de got: “Em plan dikin ku di Payîzê de kongreya xwe ya mezin pêk bînin. Armanca me ew e ku Birêz Selahattîn Demîrtaş û gelek kadro û siyasetmedarên me yên ku niha li derveyî welat in, bi awayekî fîzîkî beşdarî vê kongreyê bibin.”