Mehmûd Berxwedan: Ti daxwazeke me a avakirina dewleteke serbixwe yan jî Kurdistanekê li Sûriyeyê nîne

Berpirsê Kobaniyê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mehmûd Berxwedan di daxuyaniyeke taybet de ji bo Rojnameya Turkiyeyê ragihand ku pêvajoya entegrasyona bi Artêşa Sûriyeyê re gihîştiye qonaxa dawî. Berxwedan diyar kir ku astengiyên li ber hevkariyê ji sedî 99 hatine derbaskirin û ragihand ku ew ê di nava çend rojan de fesixkirina fermî ya HSD, YPG û sîstema Rêveberiya Xweser ji raya giştî re eşkere bikin.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Berxwedan ve hatine parvekirin, heta niha nêzîkî 10 hezar şervanên wan bi awayekî fermî tevlî refên Artêşa Sûriyeyê bûne û tê payîn ku ev hejmar bigihêje 12 hezaran. Wî her wiha destnîşan kir ku îdiayên derbarê hebûna 70 heta 100 hezar şervanan de dûrî rastiyê ne û da zanîn ku beşeke mezin a şervanên Ereb jî ji nava refên wan veqetiyane. Li gel vê yekê, pêvajoya radestkirina saziyên giştî û bîrên petrolê yên li herêmê ji bo Rêveberiya Şamê li ber qedandinê ye.
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de, berpirsê HSDyê tekez kir ku ti daxwazeke wan a avakirina dewleteke serbixwe yan jî Kurdistanekê li Sûriyeyê nîne. Wî diyar kir ku daxuyaniyên li ser serbixwebûna herêman ne rast in û armanca wan a sereke avakirina Sûriyeyeke nû ye li ser bingeha “yek artêş, yek dewlet, yek ala û welatekî hevpar.” Berxwedan daxwaz kir ku Şam destûreke nû amade bike da ku mafên hemû pêkhateyên etnîkî û olî werin mîsogerkirin.
Derbarê pêvajoya siyasî û herêmî de, Berxwedan pesnê gavan û rîskên siyasî yên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê MHPyê Devlet Bahçeli da û ev gav wekî destkeftiyeke dîrokî ya bi bandor li ser tevahiya herêmê bi nav kir. Tevî ku mijarên mîna rewşa YPJyê û şervanên xwedî nasnameya Tirkiyeyê hîn bi temamî nehatine çareserkirin jî, Berxwedan tekez kir ku pêvajoya çekdanîn û entegrasyonê gihîştiye qonaxeke veneger.