Karayilan êrişî “yasaya çarçûveyê” kir û got prisgirêkê çareser nake

Rêveberê PKKe ya hilweşiyayî Murat Karayilan ragihand ku yasaya çarçûveyê ji ber hin sedeman pirsgirêkê çareser nake û got: “ti tiştek di yasayê de tune û mesele hemû wekî çekberdanê tê de hatîye”.
Murat Karayilan îro roja yekşemî 16 Tebaxa 2026ê tevlî bernameyeke telefizyona PKKê Stêrk TV yê bû û nirxandin li ser “yasaya çarçûveyê ku ji aliyê parlamentoya Tirkiyê ve hatibû derxistin û pêvajoya çareseriyê kirin.
Ev yasa pirsgirêkê çareser nake
Karayilan diyar kir ku derxistina vê yasayê di dîroka komarê de tiştekî nûye û gelekî hêjaye, lê ji ber ku nêzîkatiyeke teng di nav de heye û hesasiyetên gelê Kurd li ber çavan nehatine girtin, pirsgirêkê çareser nake.
Destnîşan kir ku di yasayê de navê Kurd, demokrasîya giştî û rola Ocalan nehatine bicîhkirin û got: wan xwestin tenê mijarê bînin ser çekberdana Gerîlayan.
Ev gotinên Karayilan bi wataya danpêdaneke eşkere tên ku ev qanûna ku ewl bi pejrandna Ocalan çêbûye, ti tiştekî girêday gelê Kurd û mafên wan tê de tune û ti tiştekî nade Kurdan.
Karayilan careke din weke tev rêveberên PKKê her tişt bi Ocalan ve girêda û wî diyar kir ku eger azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk neyê û ew bi xwe tevlî pêvajoyê nebe, çareserî pêk nayê û wî anî ziman: “eger Aapo bikeve dewrê, hevalan pêşwazî bike û civînan çêbike, em amade ne vê pêvajoyê bimeşînin.”
Derbarê bi dawîanîna şer û çekberdanê jî, Murat Karayilan bal kişand ser wê yekê ku ew amade ne şer rawestînin, rûpeleke nû vekin û têkoşîna azadiyê li ser zemîna siyaseta demokratîk û hiqûqê bimeşînin.