Mesrûr Barzanî: Ez bi tundtirîn şêwe van êrîşên bêbinema û neqebûlkirî şermezar dikim

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku li gorî lêkolînên Dijetîrora Kurdistanê, nivîsgeha wî ya taybet û mala Serokê Dezgeha Asayîş û Hewalgiriyê bi dronên Îranî hatine armancgirtin û tekez kir: “Ev geşedaneke mezin û xeternak e.”
Roja duşemê, 17ê Tebaxa 2026an, Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyamekê de li ser êrîşên dronî yên li ser nivîsgeha xwe ragihand: “Piştî lêkolîneke Dijetîrora Kurdistanê, derket holê ku îro nivîsgeha min a taybet û mala Serokê Dezgeha Asayîş û Hewalgiriyê bi êrîşeke dronî ya Îranî hatine armancgirtin.”
Di beşeke din a peyama xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi tundtirîn şêwe van “êrîşên bêbinema û neqebûlkirî” şermezar dike û radigihîne: “Ev geşedaneke xeternak e û gefeke rasterast e li ser ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê.”