Keça 16 salî Lîna piştî azadkirina wê ji “Ciwanên Şoreşger” dawî li jiyana xwe anî

PKK-PYD-Rojava-Lina-Eziz-Ciwanên-Şoreşger-info

Keçeke 16 salî ya xelkê Kobanê, piştî du hefteyan ji revandina wê ji aliyê baskê çekdarî yê PYDê ve, dawî li jiyana xwe anî.

Çavkaniyên Darka Mazî yên li Rojava Kurdistanê aşkere kirin ku li 12î Tîrmeha îsal 2026ê, keçeke qutabiya pola 10ê ya bineretî bi navê “Lîna Ezîz Şukrî”, ku xelka gundê Termikê ser bi Kobanê veye, ji aliyê çeteyên PKKê û PYDê “Ciwanên Şoreşger” hatibû revandin.

Destnîşan kir, piştî hewildanên berdewam yên kes û karên wê û bi destêwerdana cêgirê qaymeqamê Kobanê “Enwer Muslim” û kesayetiyên deverê, ev keç li dawîya meha Tîrmehê hat azad kirin û vegeriya nav malbata xwe.

Lê tevî vegeryana wê, li 28ê Tîrmehê, “Lîna” li mala xwe dawî li jiyana xwe anî. Li gorî zanyariyan, sedema xwekuştina wê rasterast peywendî bi wê zordarî û bûyera revandinê ve hebûye.

Ev bûyer bûye sedema xem û fikarên kûr di nav xelkê Rojava de. Berdewamîya revandina keç û kurên ciwan ji aliyê çeteyên PKKê ve, tirs û girftarîyeke mezin li ser ewlehî û selamtîya zarokên wan çêkiriye.