Wezareta Derve ya Kuweytê bi daxuyaniyeke fermî, êrîşa bi dronê ya li ser axa Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir û piştevaniya xwe ji bo aramyî û serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da.
Di daxuyaniya fermî ya Wezareta Derve ya Kuweytê de hat diyar kirin ku ew hemû kiryarên tawankarane û dijminane yên ku arambûn û îstîqrara herêmê armanc digirin, bi yekcarî red dikin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîşa li ser ofîsa taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û cihê niştecihbûna Rêveberê Ajansa Parastinê, binpêkirineke rasterast û qebûlnekirî ye.
Daxuyaniya Wezareta Derve ya Kuweytê ev xalên bingehîn li xwe digire:
Kuweyt li dijî hemû kiryarên ku zirarê digihînin serwerî, asayîş û aramiya Iraqê û Herêma Kurdistanê ye.
Daxuyaniyê bang li hemû aliyên navneteweyî kir ku li gorî rêgez û yasayên navneteweyî rêz li serweriya welatan bê girtin û parastina ewlehiya axa wan bibe peywir.
Wezareta Derve ya Kuweytê tekez kir ku parastina îstîqrara Herêma Kurdistanê beşeke bingehîn e ji ewlehiya tevahiya herêmê.