Efrîn: Li navçeya Bilbilê berhemên şûnwarî yên serdema latînî hatin vedîtin

Li seranserî herêma Efrînê xebatên parastina mîrasa dîrokî û çandî berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de, di encama lêgerîn û şopandineke hûr a tîmên Ofîsa Şûnwarên Efrînê û hêzên ewlehiyê de, li gundekî ser bi navçeya Bilbilê hejmarek parçeyên şûnwarî yên girîng ên serdema kevnar hatin dîtin.
Li gorî agahiyên fermî yên hatine ragihandin, berhemên hatine vedîtin bi taybetî ji kêlên goran û stûnên şûnwarî yên kevn pêk tên. Ya ku girîngî û arziya dîrokî ya van parçeyan hîn zêdetir dike, hebûna neqiş û nivîsên bi zimanê Latînî yê kevin e ku li ser wan hatine kolandin. Ev vedîtin ronahiyê dixîne ser serdemên berê yên herêmê û rastiyên nû derbarê mîrasa dîrokî de derdixe holê.
Piştî vedîtinê, tîmên pispor ên qadê rasterast dest bi xebatê kirin, berhem bi awayekî zanistî belge kirin û lêkolînên destpêkê li ser wan pêk anîn. Ji bo rêgirtina li rîskên zirarê û ji bo parastina ewle ya van parçeyên dîrokî, hemû berhem bi hevkariya aliyên pewendîdar bo Mûzeya Niştimanî ya Helebê hatin veguhastin.
Ev xebat û pêngava vedîtinê di çarçoveya hewldanên giştî yên saziyên herêmî de tê nirxandin ku armanca wan parastina dewlemendiya mîrasa çandî ya Efrînê û rêgirtina li ber talankirin û birina şûnwarên kevnar ên li axa Sûriyeyê ye.