Apo acize û dibêje: di sosiyal medyayê de komplo li djî min heye

xapo-acize-info

Rêberê PKKeya hilweşiyayî îro peyamek nivîskî da û tê de dibêje: hewildanên hinek alîyan li dijî min komploye.

Abdulla Ocalan li 2î Tebaxa îsal 2026ê bi şandeya Îmraliyê ya Dem Partiyê civiya bû û hin peyam dabûn, wî gotibû: em berê alîgirên serxwebûnê bûn û niha em komarparêzin, sibe jî emê bi qasî MHPê stûnek zexim ya vê dewletê bin.

Ev gotinên Ocalan bertekên mezin yên gel li pey hatin û di sosiyal medyayê de bi awayekî berferh hatin parvekirin û gel rexne lê girtin.

Piştî daxuyayên Dem Partiyê û rêveberîya PKKê weke hewlekê bo veşartina van axaftinan, îro Ocalan jî peyamek nivîskî weşand û tê de gotîye: ev tişta ku li ser navê min tê parvekirin, komployeke li djî min.

Peyama Apo bi vî rengî ye;

“Rêzdar Serokkomar û Rêzdar Devlet Bahçeli îradeya xwe ya bihêz nîşan dan. Li ser bangewaziya min, têkoşîna çekdarî bi dawî bû. Partiyên siyasî jî piştgirîya dîrokî dan. Bi vî awayî “Qanûna Xurtkirina Pevgirêdana Neteweyî û Yekîtiya Civakî” hat pejirandin. Komîsyona ku li gorî vê qanûnê hat avakirin, duh yekemîn civîna xwe pêk anî. Ev nîşan dide ku pêvajo bi gavên zexm pêşve diçe.

Em gihîştine qonaxeke krîtîk. Di vê serdema dîrokî de hin derdor hewl didin pêvajoyê têk bibin. Ev hewlên wan komplo ye û li dijî min in. Gotin, dîtin, nav, belge û notên ku di medyayê û medyaya civakî de belav dibin û bi min re têne girêdan, ne rast in. Ev parvekirin tevgerên provokatîf ên dijberên pêvajoyê ne.

Ez ê hewldanên xwe yên ji bo avakirina aştiya civakî û hiqûqa biratiyê hîn zêdetir pêş bixim.

Ez her kesî û her alî vedixwînim ku bi ruhê biratiyê, bi hişmendî û bi hestiyarî nêzîk bibin û hewl bidin.”

Ocalan di vê peyama xwe de dilgranîya xwe ji bertekên gel nîşan daye yên ku gotinên wî yên dije kurd rexnekirine ku gotibû “em komarparêzin û dê bi qasî MHPê xizmeta Tirkiyê bikin”, û ev bertek bi komploya li djî xwe wesif kirîye, di demekê de komploya herî mezin û girana li ser kurd û Kurdistanê ew bi xwe ye.