Tevlîhevkirin û fesixkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nava Artêşa Sûriyeyê de, ne tenê guherîneke leşkerî ye; di heman demê de xala dawî ya wan rêze-siyasetên xelet û biserneketî ye ku bi salane PKK’e li ser pişta gelê Kurd dimeşîne. Hêzeke ku bi salan reklamên wê dihatin kirin û wekî “Artêşa Rojava” dihat nîşandan, di rojekê de bi daxuyaniyekê dawî li hebûna xwe anî û teslîmî heman rejîma Şamê bû ku bi dekadasan mafên bingehîn ên Kurdan binpê dikir.
Tişta herî xemgîn û sosret di vê pêvajoyê de helwesta alîgir û propagandaciyên PKK/PYDê ye. Di şûna ku li beramberî vê encamê rawestin, xeletiyan biperçiqînin û rexneyên tund li vê biserneketina dîrokî bigirin, ew rabûne vê paşvekişîn û fesixkirinê wekî “serkeftineke stratejîk” û “pêngaveke dîrokî” nîşanî civakê didin. Alîgirên PKK’ê ku heta duh digotin “em ê nenavendîbûnê û xweseriyê biparêzin”, îro teslîmbûna bêşert û merc a ji bo navendparêziya Şamê wekî destkeftî difiroşin gelê kurd.
Ev encam careke din nîşan da ku xeta siyasî ya ku bingeha xwe ji ferman û îdeolojiya Abdullah Ocalan digire, çawa li qadê rastî şikestinê tê. Nêzîkatiya teorîk a bêbingeh û guherîna berdewam a daxwazan, hişt ku destkeftiyên rewa yên gelê Kurd di bazarên siyasî de werin wenda kirin. Siyasetên xelet ên navendî ku li ser biryarên yekdestî dihatin meşandin, hemû fersendên dîrokî yên li Rojavayê Kurdistanê yek bi yek pûç kirin.
Mixabin, fatûreya herî giran a vê tabloya siyasî dîsa ji aliyê ciwanên Kurd ve hat dan. Bi hezaran ciwanên ku bi daxwaza parastina ax û nasnameya xwe tevlî vê pêvajoyê bûn, bûn qurbaniyên hesabên şaş û siyaseta koledar a PKK. Îro gava mirov li berhem û encama van hemû salan dinêre, ev pirsiyar serhildide: Gelo ev hemû bedel û qurbaniyên ewqas mezin ji bo wê yekê bûn ku di dawiyê de çek radestî rejîmê bibin û tevlî heman artêşê bibin? Ev binketina ku îro wekî nûçeyeke asayî û serketineke dîrokî tê nixumandin, encama rasterast a şaşiyên mezin ên rêveberê vê fikrê, anku Evdilla Ocalan e.
Kurd ger dixwazin bigihîjin mafên xwe, divê demildest dest ji xeta Ocalan ya teslîmiyetê berdin û dest bi xebateka siyasî û çekdarî ya serdem lê bi tameka netewî bikin, tişta ku dê kurdan ji dest dagirkeran biparêze bi tenê dewleteke serbixweye, ne çi tiştek din.