Gelo Duran Kalkan, Besê Hozat û Sabrî Ok dê li Îmraliyê werin cêgîr kirin?

Duran-Kalkan,-Besê-Hozat-û-Sabrî-Ok-info

Sê berpirsên payebilindên PKKê dê xwe teslîmî Tirkiyê bikin û dê ji bo girtîgeha Îmraliyê werin birin ji bo ku li wir bimînin

Ehmed Nasîn, kurê nivîskarê mezin ê Tirk Ezîz Nasîn, eşkere kir ku sê berpirsên payebilind ên PKKê dê di çarçoveya pêvajoya bêçekkirina PKKê de biçin Îmraliyê.

Nasîn navên sê berpirsan eşkere kir, ango Duran Kalkan, Besê Hozat û Sabrî Ok, ku hemî jî wekî mejiyên mezin ên PKKê têne hesibandin.

Li gorî Ehmed Nasîn, Tirkiyeyê berê ji berpirsên payebilind ên PKKê xwestibû ku welatekî sêyemîn ji bo jiyanê hilbijêrin, lê niha ev raman guheriye û Tirkiye destûrê dide wan ku li Îmraliyê bimînin.

Li gorî Nasîn, wekî ku wî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşandiye, agahî %100 rast e. Sê berpirsên PKKê ji bo xwe dixwestin û hikûmeta Tirkiyeyê jî razî bû, lê eşkere nekir ku ew ê kengî û çawa vegerin Tirkiyeyê. Gelo ew ê werin pêşwazîkirin û dûv re bibin Îmraliyê, an jî pêvajo dê bi dizî were meşandin? An jî ew ê werin darizandin û wekî girtî werin hesibandin?

Di gotarekê de, Îsmaîl Sivereklî, nivîskarekî navdar li Bakurê Kurdistanê, got ku hikûmeta Tirkiyeyê ji ber du sedeman destûrê dide sê berpirsên PKKê ku biçin Îmraliyê.

Sedema yekem ew e ku ew dixwazin PKKê ji hêla siyasî ve kontrol bikin, ne tenê ji hêla leşkerî ve. Sedema duyem jî ew e ku ew nahêlin PKK piştî çekberdanê xwe nû bike.

Ew dibêje ku heke ev pêvajo bibe çalakî, dibe ku aliyek erênî hebe, ew jî ev e ku Kurdên li Tirkiyeyê û di parlementoya Tirkiyeyê de dê bihêz bibin û bi rêya siyasetmedarên xwe li Tirkiyeyê siyasetê bikin û bi vî awayî mafên xwe yên neteweyî bi dest bixin.

Ehmed Nasin, xwediyê doktorayê û lêkolînerê siyasî yê navdar li Tirkiyeyê, her tim piştgirî daye mafên Kurdan û agahiyên wî di medyaya Tirkiyeyê de têne berçavgirtin.