Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) di daxuyaniyeke fermî de rewşa aborî û ewlehiyê ya dawî li herêmê nirxand. ENKSê ji Hikûmeta Sûriyeyê daxwaz kir ku biryara zêdekirina nirxê sotemeniyê hilweşîne, mafên darayî yên cotkaran bide û tawana kuştina ciwanekî Kurd bi tundî şermezar kir.
Di daxuyaniya ku roja Yekşemê (13ê Îlona 2026an) hat belavkirin de hat diyar kirin ku tevî berferehbûna peywendiyên navdewletî û rakirina cezayan a piştî ketina rêjîmê, ev geşedan heta niha bi awayekî erênî li ser jiyana rojane ya welatiyan xuya nebûne.
“Zexta aborî bargiraniyê dixîne ser welatiyan”
ENKSê bal kişand ser biryarên dawî yên hikûmetê yên derbarê bilindkirina nirxê sotemeniyê û derengketina sê mehan di dana dravê cotkaran de û ragihand ku ev gav bargiraniyeke giran dixînin ser milê xelkê. Di daxuyaniyê de bang li hikûmetê hat kirin ku piştgiriya kerta çandiniyê bike, nirxê sotemeniyê daxîne û berî hatina werzê zivistanê lezê di xerckirina pereyê cotkaran de bike.
Daxwaza lêkolîna serbixwe bo kuştina ciwanê Kurd
Li ser astê ewlehiyê, ENKSê kêmkirina leza vegerana saziyên dewletê û zêdebûna gotarên tundrew rexne kirin. Di daxuyaniyê de revandin û kuştina hovane ya ciwanê Kurd yê bi navê “Sîpan” (ku karmendê Wezareta Berevaniyê bû) bi tundî hat şermezarkirin. ENKSê ji bo tespîtkirin û dadgehkirina bikerên vê tawanê daxwaza lêkolîneke serbixwe û zelal kir.
Her wiha di daxuyaniyê de rexneyên tund li gotarên bi palderên êlî û neteweyî hatin girtin, êrîşên koma “Ciwanên Şoreşger” ên bo ser saziyên dewletê hatin şermezarkirin û hevxemî bo qurbaniyên rûdana şewata girtîgeha Kobanê hat nîşandan.
Di dawiya daxuyaniyê de hat tekezkirin ku berpirsyariya tawanan dikeve ser milê bikeran bixwe û ne ser milê tevahiya pêkhateyekê. ENKSê hewldanên çêkirina fitneyê di navbera Kurd û Ereban de li herêma Cezîrê red kir û ji dewletê daxwaz kir ku bi kontrolkirina çekên bêdestûr û çespandina serweriya qanûnê, aştiya civakî biparêze.