Ozgur Ozel piştî xwekuştina polîsê xanenişîn hoşdarî da: “Em li ber teqîneke civakî ne”

Ozgur Ozel piştî xwekuştina polîsê xanenişîn hoşdarî da: "Em li ber teqîneke civakî ne"

Li paytexta Tirkiyeyê Enqereyê, polîsekî xanenişîn di dema çalakiya daxwazkirina mafên aborî de li ber avahiya Dadgeha Destûra Bingehîn dawî li jiyana xwe anî. Bûyerê di qada siyasî û raya giştî de karvedan û bertekên tund li pey xwe anîn.

Li Enqereyê, koma karmend û polîsên xanenişîn ji bo daxwazkirina mafên xwe yên aborî û zêdekirina mûçeyan li ber avahiya Dadgeha Destûra Bingehîn di çalakiyê de bûn. Çalakvanan daxwaz dikir ku rêjeya zêdekirina mûçeyan a ku ji bo karmendên serkar hatî pejirandin, ji bo wan jî bête bicihanîn. Di nav çalakiyê de, polîsekî xanenişîn ê 60 salî ji ber şert û mercên giran ên jiyanê û krîza aborî bi çekê xwekuştin pêk anî.

Ozgur Ozel: Em li ber teqîneke civakî ne

Peywendîdarî bûyerê, Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel bertekeke tund nîşan da û diyar kir ku ev bûyer rewşa giran a xanenişînan nîşan dide.

Ozel di daxuyaniya xwe de tekez kir ku krîza aborî xanenişîn gihandine asteke krîtîk û got:

“Hêrseke mezin di nava xanenişînan de kom dibe. Em li ber teqîneke civakî ne; mijar êdî gihîştiye asta serhildanê. Mixabin karesatek ku nedihat xeyala kesî rû da. Divê rêvebirên dewletê demildest berê xwe bidin evî alî û pirsgirêkê bibînin. Êdî bes e! Xanenişînek dawî li jiyana xwe tîne, lê belê medyaya desthilatê van êşan paşguh dike.”

Serokê CHPê her wiha banga çareseriya bilez an jî hilbijartinê kir û got: “Beriya ku êşên girantir û xirabtir rû bidin, divê yan sindoqa hilbijartinê were pêşberî welatiyan yan jî rasterast û bêyî derengketin rewşa aborî ya xanenişînan bête başkirin.”