Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaza çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna hikûmeta nû dike. Herwiha dibêje: “Me ji dostên xwe daxwaz kiriye ku sîstema antî-dronan ji bo me dabîn bikin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 6ê Cotmeha 2026an, 7emîn Pêşangeha Teknolojiyê ya HITEXê li bajarê Hewlêrê vekir. Li perawîza pêşangehê û di daxuyaniyekê de ji bo rojnamevanan, Serokwezîr bal kişand ser çend pirsên girîng ên siyasî, ewlehî û aborî û helwesta hikûmetê ya li ser rûdanan ronî kir.
Çalakkirina parlamentoyê û pêkanîna hikûmeta nû
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rexneyên tund li boykotkirina rûniştinên parlamentoyê girtin û got: “Min duh jî di ahenga derçûna xwendekarên Zanîngeha Dihokê de daxwaz kir ku hemû parlamenter vegerin, da ku parlamentoyê çalak bikin; çunkî bi rastî ev berpirsiyariyeke niştimanî ya wan kesan e ku xelkê deng daye wan. Heq e ew jî hest bi vê berpirsiyariyê bikin û li hemberî wan dengên ku wergirtine wefadar bin. Niha xwe dane aliyekî û nayên ku parlamentoyê çalak bikin; ev yek bi rastî revîna ji berpirsiyariyê ye.”
Herwiha got: “Hêvîdar im hemû parlamenter werin; eger gotineke wan hebe jî, bila werin di parlamentoyê de gotina xwe bibêjin. Ez nizanim ji çi ditirsin? Kesek hest bike ku parlamento milkê milet e, dikare çi babet hebe, çi rexne hebe û çi nîqaş hebe li wir bîne ziman. Pêwîst e ev sazî di zûtirîn dem de were çalakkirin. Daxwazê ji parlamenterên din dikim ku êdî demê fêro nedin; ji ber ku hewcedariya me bi parlamentoyê heye. Heta ji bo avakirina hikûmetê jî divê parlamento were çalakkirin û bila em wê pêngava pêwîst ji bo pêkanîna hikûmetê jî bavêjin.”
Vekişîna hevpeymanan û amadebûna Pêşmerge
Derbarê pirsa bidawîbûna erka hêzên hevpeymanan a li Iraqê de, Mesrûr Barzanî behsa wê yekê kir: “Jixwe diyar bû ku rojekê dê hêzên hevpeymaniyê derkevin; ji ber ku erkê şerê li dijî DAIŞê bi dawî bûye û ew hêz, hêzeke hevpeyman a bo vî şerî bû. Lewma ji ber ku ev erk xelas bûye, niha bi temamî diçin. Lê ev nayê wê wateyê ku pêwendiyên wan hêzan an wan dewletan ên ligel Iraqê û Herêma Kurdistanê ber bi dawiyê ve diçin.
Herwiha got jî: “Di dema xwe de jî, di şerê DAIŞê de piraniya şeran her Pêşmerge û hêzên Iraqê kirin. Niha jî wisa ye; hem hêzên Iraqê di asteke baştir de ne, hem jî Hêza Pêşmerge amade, xurt û di asteke pir baş de ye ku karibe rûbirûyî her metirsiyekê bibe ya ku rû bide Iraqê û bi taybetî Herêma Kurdistanê. Ji ber vê yekê, ti metirsiya me nîne ku valahiyeke ewlehiyê derkeve holê.”
Dabînkirina sîstema berevaniya asmanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir: “Tenê xalek ku li cem me girîng e, babeta dabînkirin û bidestxistina sîstema antî-dronan e; ango hêza berevaniya dij-asmanî. Di vî warî de ez wisa bawer dikim ku hewcedariya me ya zêdetir bi hevkariya dostên me heye. Em ligel hikûmeta federal berdewam di gotûbêjan de ne û bi dostên xwe re jî di danûstandina berdewam de ne, ji bo dabînkirina berevaniya dij-asmanî. Bi baweriya min, ji wî alî ve jî paşê ti metirsiyek namîne.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî dilniyayî da gelê Herêma Kurdistanê û tekez kir: “Ez dixwazim ji vir jî vê gotinê carek û çend caran dubare bikim; bila xelkê Kurdistanê piştrast bin, bi rastî ti pirsgirêk û metirsiyeke ewlehiyê li ser Herêma Kurdistanê nîne.”
Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û pirsa darayî
Derbarê pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de, Serokwezîr geşbîniya xwe nîşan da û got: “Ji ber wan pêwendiyên baş ên ku niha ligel hikûmeta federal hene, kêşeyên kevn ber bi çareseriyê ve diçin. Derbarê pirsa mûçe û budceyê de jî tekez kir ku ew di nav gotûbêjên berdewam de ne ji bo dabînkirina tevahiya şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê li gorî destûrê.”