Piştî dîtina termê mamoste û çalakvanê siyasî Hesen Keleş li gundewarê Til Koçerê, bêdengiya PKKê û saziyên wê yên ragihandinê rastî nerazîbûn û bertekên tund ên medyaya herêmî û çalakvanên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê hat. Çalakvan û çavkaniyên herêmî balê dikişînin ser ku îdare û medyaya girêdayî PKKê li beramberî vê bûyerê bêdengiyeke tam hilbijartine û bi ti awayî behsa revandin û kuştina wî nakin.
Mamoste Hesen Keleş ku endamê PDK-Sê û mamosteyê dibistana Celaa ya Rimêlanê bû, şeva 30ê Îlona borî ji nava bazara Girkê Legê hate revandin û piştî çend rojan termê wî li nêzîkî Til Koçerê hate dîtin. Li gorî bertekên ku di medyaya herêmî de cîh digirin, nebûna ti daxuyanî, şermezarkirin an jî nûçeyekê di medyaya nêzîkî PKKê de, wekî nîşana rasterast a berpirsiyariya vê kiryarê tê nirxandin.
Çalakvanên siyasî û şêniyên herêmê koma “Ciwanên Şoreşger” ku wekî baskekî ser bi PKKê ve tê nasîn, bi revandin û qetilkirina Hesen Keleş tawanbar dikin. Tê destnîşankirin ku van grûpan berê jî di gelek bûyerên bi vê rengî de çalakvan, mamoste û ramanwerên opozîsyona Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hedef girtine û ev bêdengiya niha jî gumanan li ser rola wan di vê karesatê de bihêztir dike.
Saziyên siyasî yên wekî ENKS û PDK-Sê ligel rêxistinên sivîl û xelkê herêmê daxwaz dikin ku aliyên berpirsiyar tavilê werin eşkerekirin û sûcdar werin cezakirin. Wekî ku çalakvan diyar dikin, siyaseta bêdengkirin û armancgirtina kesayetên sivîl û rewşenbîr zincîreyeke berdewam e ku ji bo çandina tirsê di nava civakê de tê meşandin.