Li gundewarê bajarekî Kobaniyê di encama teqîna du mînên paşmayên şer de du welatî birîndar bûn ku rewşa tenduristiyê ya yekî ji wan giran e. Bûyer li gundê Qizlî yê ser bi navçeya Kobaniyê ve rû da.
Li gorî zanyariyên ji herêmê hatine wergirtin, welatiyê bi navê Reşad Mistefa Hacî Muslim dema ku vedigeriya malê, mînek pê ve teqiya û bi giranî birîndar bû. Piştî teqîna yekem, dema ku yek ji xizmên wî hewl da alîkariya wî bike û wî rizgar bike, mîneke din bi wî ve jî teqiya û di encamê de ew welatî jî birîndar bû. Her du birîndar demildest ji bo wergirtina dermankirinê bo nexweşxaneyeke bajarê Kobaniyê hatin guhestin.
Teqîna mîn û paşmayên neteqiyayî yên şer li seranserî Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê berdewam metirsiyeke mezin li ser jiyan û ewlehiya sivîlan çêdike. Ev bermahî bi taybetî di dema veguhastin û çûnûhatina nava gundan de dibin sedema karesatên mirovî.
Li gorî raporta herî dawî ya Rewangeha Sûriyeyê bo Mafên Mirovan (SOHR), tenê di meha borî de li seranserî Sûriyeyê ji ber teqîna mîn û paşmayên şer, 13 kesan canê xwe ji dest daye ku di nav wan de 5 zarok û 3 jin hebûn; her wiha di heman heyama mehane de 17 kesên din jî birîndar bûne.