Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan red kir ku proseya çekdanîna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) rastî sistî yan astengiyan hatibe û tekez kir ku projeya wan a bi navê “Tirkiyeya Bêteror” berdewam e û niha şikeftên wê partiyê yên li aliyê din ê sînor tên valakirin.
Erdogan di dema vegera xwe ya ji serdana fermî ya ji bajarê Sêûlê, paytexta Koreya Başûr, di nava firokeyê de bersiva pirsên rojnamevanan da. Serokkomarê Tirkiyeyê diyar kir ku proseya aştî û çekdanîna PKKê didome û wan di vî warî de tu gavan paşve navêjin.
Li ser pirsa derbarê hebûna sistî yan rawestanê di proseya çekdanînê de, Erdogan got ku kar li gorî wê çarçoveya ku yasa diyar dike bi rê ve diçe û ew ê bi ti rengî tawîzan li ser vî babetî nekin. Erdogan diyar kir ku ew hemû pêngavan bi hûrgilî dişopînin û got: “Dibe ku carinan ji ber hestiyariya mijarê hinek pêşketin di raya giştî de xuya nebin, lê biryardariya me pir zelal û neguhêrbar e.”
Serokkomarê Tirkiyeyê her wiha aşkere kir ku şikeft û baregehên PKKê yên li aliyê din ê sînor qonax bi qonax tên valakirin û karên destnîşankirin û piştrastkirinê jî tam li gorî plana diyarkirî birêve diçin.
Erdogan da zanîn ku lijneyek bi serokatiya Cîgirê Serokkomar û ligel saziyên pêwendîdar ên dewletê, bi temamî haydarî hûrgiliyan e û kontrola dosyayê di destê wan de ye.
Derbarê gavên paşerojê de, Erdogan tekez kir ku piştî temambûna proseya çekdanînê û piştrastkirina wê di pratîkê de, ew ê derbasî qonaxeke nû bibin û got: “Çareserkirina pirse bi vî rengî mezin, pêwîstiya wê bi birêvebiriyeke gelekî hestiyar heye. Lewma girîng nîne kî ji çi alî çi dibêje; em ê wan şikeftan bi temamî vala bikin û dê her kes bibe şahidê dawîhatina yekcarî ya terorê.”