Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna Meclisa Partiya xwe de bal kişand ser geşedanên siyasî û pêvajoya çareseriyê. Bakirhan destnîşan kir ku aştî meseleyeke hevpar a tevahiya Tirkiyeyê ye û bang li desthilat û opozîsyonê kir ku berpirsiyariyan bigirin ser milê xwe.
Bakirhan di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji bo girtiyê nexweş ê giran Tuncer Sağlam ê ku di demên dawî de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û her wiha ji bo endama meclisa partiya wan Nesrîn Aslan anî ziman. Bakirhan bal kişand ser şert û mercên girtiyên nexweş ên li girtîgehan û got: “Ez bang li rayedaran dikim; bila ev bibe mirina dawî. Çima girtiyên nexweş hîn jî li girtîgehan tên hiştin? Ev rewş baweriya bi pêvajoyê lawaz dike.”
“Divê barê pêvajoyê ne tenê li ser milê Kurdan be”
Bakirhan di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya piştgiriya ji bo pêvajoya aştiyê û bang li partiyên opozîsyonê kir:
“Ev pêvajo ya me hemûyan e. Eger serkeftina wê dê jiyana me hemûyan baştir bike, divê em di vê meselê de berpirsiyariyeke hevpar bigirin ser milê xwe. Di demekê de ku pêvajo di qonaxeke ewqas krîtîk de ye, hîn helwesteke layiqî girîngiya wê nehatiye nîşandan. Barê vê pêvajoyê tenê li ser milê Kurdan yan tenê li ser desthilatê nayê hiştin.”
Her wiha Bakirhan da zanîn ku şer û pevçûnan berdêlên giran li ser aborî û pergala hiqûqî ya Tirkiyeyê bar kirine û divê çavkaniyên welêt ne ji bo şer, lê ji bo refaha civakê bên xerckirin.
“Nêrîna ewlehiyê divê bê guhertin”
Hevserokê DEM Partiyê hişyarî da ku eger gavên şênber neyên avêtin, dê hêviyên civakê biguherin û bibin fikar û got: “Divê dewlet dest ji nêrîna teng a ewlehiyê berde. Pirsa Kurd û pêvajoya demokratîkbûnê nayê wateya dosyeyeke asayiş û ewlehiyê tenê. Ev pêvajo ji bo Tirkiyeyê derfeteke dîrokî ye û divê ev firsend neyê windakirin.”