PKK êrîşên Tirkiyê nêzî gund û bajaran dike

PKK êrîşên Tirkiyê nêzî gund û bajaran dike

Êrîşên dewleta dagîrkera Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê dewam dikin, di te’qîba hereketên PKK ê de, 9 ciyên din li sînorê bajarê Zaxo hatin bombe kirin, li vir rastîyek pir zelal ji bo mirov xweya dibe, rastî eve ku PKK ê dest bi bicî kirina pîlana xwe ya kêşana arteşa Tirkiyê ji bo nêzî gund û bajarên Başûrê wilat kirîye.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, ji şeva derbasbûyî ve, balefirên Tirkiyê hejmareke gundên sînorê bajarê Zaxo bombe kirine ku hereketa Gerîlayên PKK ê têde bû û her çend ku zirarên canî nehatine dest nîşan kirin, lê belê agir û domaneke mezin ji sedema êrîşan bi aqarê gundan ketin.

Li gor agahiyên destê me, li şeva derbasbûyî, çiyayê “Xamtîrî, sînorê komelgeha Bêrsivê, gundên Boselê û Bankên jêr û jûr” ketin ber êrîşên balefiran û zirar bi aqarê wan gund û navçeyan ketine.

[mpc_carousel_image preset=”mpc_preset_8″ loop=”true” auto_slide=”true” delay=”2700″ speed=”1100″ layout=”fluid” enable_force_height=”true” force_height=”470″ images=”1014000,1014001″ gap=”5″ start_at=”1″ image_size=”large” image_opacity=”100″ image_border_css=”border-width:15px;border-color:#f3f3f3;border-style:solid;” image_hover_opacity=”100″ image_hover_border_css=”border-color:#ffffff;” overlay_icon_align=”top-right” overlay_enable_lightbox=”true” overlay_icon=”eti eti_arrow_expand” overlay_icon_color=”#ffffff” overlay_icon_size=”20″ overlay_icon_background=”#f8bf4d” overlay_icon_margin_divider=”true” overlay_icon_margin_css=”margin-top:30px;margin-right:30px;” overlay_icon_padding_divider=”true” overlay_icon_padding_css=”padding-top:15px;padding-right:20px;padding-bottom:15px;padding-left:20px;” overlay_hover_color=”#fcfcfc” overlay_hover_icon_background=”#f4b83f” mpc_navigation__preset=”mpc_preset_39″ mpc_navigation__prev_margin_divider=”true” mpc_navigation__next_margin_divider=”true” mpc_navigation__padding_divider=”true”]

Pêgeha “Darka Mazî” ji destpêka weşana xwe bi dehan mijar di beşa “Nihênî” de li ser pîlanên PKK ê yên xizmeta dewleta dagîrkera Tirk li Başûrê Kurdistanê parvekirine û kanê bi tu awa PKK dixwaze meydana cengê ji xeta sînor qonax bi qonax derbasî gund û bajarên Başûrê bike, mînak mijara “Komara Zapê û destpêka hewlên PKK ê bo ji nav birina Başûrê Kurdistanê”.

Hemwext mijara “PKK pira derbasbûna Tirkiyê bo Başûrê Kurdistanê”, di êrîşa vê dawiyê de jî rastîya wan mijaran pêtir zelal dibe.

Dewleta dagîrkera Tirk li 15/6/2020an, êrîşa ser Başûrê Kurdistanê hewayî û bejahî dest pê kir, îro 6 roj derbas dibin, di vê demê de, 5 hemwlatiyên sivîl li Başûrê wilat şehîd ketin, gelê Başûr jî dixwaze PKK ji gundên wan dûr bikeve û cenga xwe ya li gel Tirkiyê derbasî Bakur bikin.