KOMARA ZAPÊ Û DESTPÊKA HEWLÊN PKKÊ BO JINAVBIRINA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Partiya Karkerên Kurdistanê piştî sala 1991an, hemû hewl ji bo jinavbirina destketiyên Herêma Başûrê Kurdistanê bikaranîn, ji damezrandina Komara bi navê Zapê û firoştina şerê bi PDKê re, hemwext hatina wê ya bê behane ji bo Başûr ku bi wê rê şer’iyet ji bo Tirkên dagîrker çêkir ku leşkirkêşiyê ji bo Başûr bike.

Ev babet bersiva van pirsan dide:

• PKKe ji bo ti mebestekê rû kire Başûrê Kurdistanê?
• Amanca Komara Zapê ti bû?
• Çima PKKe naxwaze li Bakur şer bike?
• PKKê şerê xwe yê li dijî PDKê bi ti awa ji bo kadirên xwe şirove kir?

Di çarçûvê wê pîlangîriya paş sala 1991an de, anku paş serhildana gel li Başûrê Kurdistanê û piştre dirist kirina hikûmet û parlementoya Kurdistanê, li sala 1995an PKKê paş ku şiyanên şer kirinê bi dewleta Tirkiyê re neman, pîlanên PKKê ji bo rakêşana leşkirê Tirkiyê bo nava xaka Başûrê wilat destpêkir, ya rast amanca sereke ev bû ku PKKe bikare hem xwe li Başûrê Kurdistanê asê bike û hem jî behaneyekê bide dest dewleta dagîrker ya Tirkiyê ji bo êrîşkirina li ser Başûrê Kurdistanê û jinavbirina wê statoya paş sala 1991an li Başûr hatiye ava kirin, ev ji aliyekê, ji aliyeke din li sala 1994an de dewleta Tirkiyê dirbeke kujek li PKKê xist bi rêya tank û top û balefiran û piraniya gundên ser sînor hatbûn vala kirin û PKKe nedikarî xwarinê û pêdiviyên xwe yên rojane dabîn bike, ji ber vê yekê wê rû kire Başûrê Kurdistanê.

PKKê bi tu awayekê êdî şiyanên şer kirinê li Bakurê Kurdistanê nemabû, ji ber vê yekê biryar da ku şerî bi Partiya Demokrat ya Kurdistanê PDKê re bike, helbet weke berî niha me amaje pê kirî, li destpêkê PKKê zemîneya wê yekê ji xwe û alîgirên xwere dirist kir, ew jî bi rêya vekirina kenalek asîmanî bi navê “Med TV”, ev kenale bera êrîşa PKKê li ser PDKê dest bi weşana xwe kir û zemîneya sipî kirina karên reş yên PKKê ferahem kir, bi rêya vê kenalê asîmanî PKKê hem ev yek belav dikir ku PDKe ye şerê bi wê re di firoşe, hem jî ev yek ji gelê cîhanê re eşkere dikir ku ew di nava kûratiya Herêma Başûrê Kurdistanê de cî digire û bi vê yekê behane di da dewleta Tirkiyê ku Başûrê dagîr bike.

PKKê kadirên xwe wiha perwerde kirin ku şerê li dijî PDKê ji şerê li dijî dewleta Tirkiyê bi rûmet tire

Li 15/8/1984an de PKKê yekem çalakiya xwe ya çekdarî li Bakurê Kurdistanê dest pê kir li meha 8 ya sala 1995an şer bi PDKê re encam da, PKKê li 26/8/1995an li dijî hemû sengerên Pêşmerge li Başûrê Kurdistanê şer destpêkir, PKKê ji bo şerê bi PDKê re, hinek yekîne bi navê (Yekîneyên Birosk) pêk dîne û wan dişîne navçeya Behdînan, êdî ji vê rojê pêde PKKe bi rêya medyaya xwe ketin qonaxeke nû û qadiro û alîgirên xwe wiha perwerde kirin ku şerê bi PDKê re zûr bi rûmet tire ji şerê bi Tirkiyê re, lê belê dîsan PKKê di vî şerî de ew encamên wê dixwestin bi dest nexistin.

Paş vê yekê PKKê bi rêya medyaya xwe hewil da ji gelê Kurd re wiha bide zanîn ku ev PDKe bû şer bi PKKê re kirî, lê belê her kes dizane meydana PKKê kuderê ye û çima hatiye Başûr û şer bi PDKê re kir, PKKê ti caran nexwestiye li Bakur berdewam şerî li dijî Tirkiyê bike, ewan dixwest ew desketiyên li Başûr PDKê ji bo gelê Kurd zamin kirîn, ji bo xwe hesab bike û bi wan destketiyan dîrokê ji xwe re dirist biket û li Başûr bibe desthiladar û bi vê yekê dewleta Tirk ku endama NATOyê ye, bikşîne Başûr û Başûr bikeve dest Tirkiyê de.

Babeta roja pêncişemî 19/12/2019an wê li derebara:

XWE RADESTKIRINA OCALAN BO TIRKIYÊ Û DERKIRINA BIRYARAN DI ÎMRALIYÊ DE BE:

• Têde berisiva evan pirsan hatiye dayîn:
• Ocalan di pîlaneke navdeweltî de hat girtin yan ew bi heza xwe vegrî Tirkiyê?
• Ew kîjan gotina rêber Apo bû ku PKKê di xwest bi gel re bide jibîr kirin?
• Exlaqê rêber Apo di rasta hevalrêyên wî de ti bû?
• Wexta Apo hatiye girtin û hêjan di balefirê de çi got bû?
• Rêber Apo li dadgehê yekem kes kî bû bi dewleta Tirkiyê re firoştî?
• Apo li beranber xizmetkirina dewleta Tirkiyê û firoştina PKKê çi xwest bû?

Li benda me bin

Pustên heman beş