PKK’E PIRA DERBASBÛNA TIRKIYÊ JIBO BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Paş ku PKK’ê hemû rê bikar anî ji bo wê yekê ku ezmûna Başûrê Kurdistanê bi behaneya biratiya gelan têk bide û bi temamî Başûrê wilat radestî dewleta Tirkiyê biket û nikarî vê yekê pêk bîne, hewilda bi tektokeke nû hêdî hêdî vî karî encam bide, tektoka nû jî ev bû ku bi eşkere kirina ciyên xwe yên li Başûrê Kurdistanê behaneyan bidin dewleta Tirkiyê taku bikare were başûr.

PKK li sala 1995an kongreya xwe li Heftenînê saz deke û pêş ev kongre bi dawî be PKK’ê wêneyên saz kirina vê kongreyê li Heftenînê ji raya giştî re parve kirin û da diyar kirin ji bo hemû cîhanê ku em li Başûrê Kurdistanê ne, a rast armanca sereke a PKK’ê ji saz kirina kongirê xwe û ragihandina wê kongreyê ji bo raya giştî veguhastna şer bû li dijî herêma Başûrê Kurdistanê û têkdana vê parçeya ji nû hatye rizgar kirin ji aliyê gelê kurd ve û rakêşana dewleta Tirkiyê ji bû Başûrê Kurdistanê.

“PKK’e bi fermana dewletên dijmin li Başûrê Kurdistanê ye”

Her eve sedema wê yekê bû ku mam Celal Talebanî rehmeta xwedê lê be di axaftineke xwe de li salên nûtan de li parlemena Kurdistanê de bibêje: hebûna PKK’ê li Başûrê Kurdistanê bi taybetî li navçeyên sînorî ên digel Tirkiyê de ji bo şikestin pê înana ezmûna Başûrê Kurdistanê û şikestin pê înana parlemen û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ku bi ya me ev yek bi fîta dewletên dujmin tê encam dan, û ji bo têkdana wê dîmokrasyetê ye ya niha li Başûrê Kurdistanê tê peyrew kirin.

Mam Celal di berdewamiya axaftina xwe de li parlamentoya Kurdistanê da dibêje ezê çendîn mînakan bas bikim ku PKK dixwaze başûr têk bide, ew dibêje PKK li sûryê hene, li Îranê û hinek navçeyên din jî hene lê belê li tu navçeyekê xwe eşkere nakin û hebûna xwe di wan navçeyan de tekzîb dikin, lê belê ji bo Başûrê Kurdistanê ragihandin karên Tirkiyê diînin û jêre dibêjin fermon em li Bradost, Nêrwe û Rêkan, Zaxo û hemû Başûrê Kurdistanê heyne, taku ev rojnamevane wêneyên wan bibin û di rojname û kovarên xwe de parve bikin û bibêjn fermon li Başûrê Kurdistanê û Hikûmet û saziyên wê ên din binêrin ku rê didin PKK di nava xaka wan de xwe amade bike û êrîşî ser leşkerên Tirkiyê bike û leşkerên me bikujin.

Paş kongreyê PKK’ê li sala 1995an de “mistefa qeresu” di axaftneka xwe de bi şêweyeke nerasterast amadeya PKK ji bo şerê digel PDK’ê diyar dike, paş vê yekê operasyona Tirkiyê a bi navê “Çelîk” li dijî PKK’ê li Bakurê Kurdistanê dest pê dike heyaku digehe navçeya Heftenînê li Başûrê Kurdistanê, di vê operasyona Tirkiyê de ziyanên herî mezn bi PKK’ê ketin û encamên wê dixwastin bi dest nexistin.

Armancên PKK’ê ji rakêşana Leşkirê Tirkiyê bo Başûrê Kurdistanê

PKK’ê ji rakêşana Leşkirê Tirkiyê ji bo nava xaka Başûrê Kurdistanê çendîn armanc hebûn, yek ji wan armancan ev bû ku PKK di rewşeke lawaz de bû nedikarîn berdewamiyê bi şer bidin, jiberku her ji sala 1994an de Tirkiyê bi tank û top û balefiran dirbeke herî mezn li PKK’ê dabû, gundên sînorî hatbûn vala kirin û PKK’ê şiyanên dest xistna xwarnê nemabûn.

Herwiha PKK’ê hertim hebûna xwe liser xuyna şehîdan û şerî ava dike, ger şehîd û cesedên ciwanên kurd nebin PKK nikare piropagindeyan ji xwe re bike, ger li Bakurê Kurdistanê şer û şehîd tune bin, pêtvî dke li başûr şer û şehîd hebin, PKK’ê şer bi PDK’ê re firoşt lê belê weha dide xweya kirin ku PDK hevkara dijmine, niha jî PKK bi van piropagindan kar dike, niha jî li navçeya Badînan û Bradost di wan şerên dihêne encamdan de heman piropagindeyan dike, PKK’ê meydana şer ji Bakur veguhastiye Başûr, PKK bi tenê bi vê yekê razî nabe û hinek behaneyên din dirist dike taku Leşkirê Tirkiyê operasyonan li Başûrê Kurdistanê bike.

Pustên heman beş