PKKê qîbleta Êzidîyan kirîye fabrîka berhemanîna Afyonê

Rêxistina PKKê ji roja ku ketîye di Şingalê de, weke hemû navçeyên din yên Başûr, her tişt tevlî hev kir, aydolojîya xwe ya gemar li her cîhekê Şengalê çand, azar û birîna Kurdên resen ji boy berjewendîya xwe bi kar anîn, nasname û ola wan bê wate kirin, li dijî Başûr kete di enîya Heşda Şabî da û xwe weke rizgar ker anî pêş, bi kurtasî PKKê Şingalê rizandiye.

Pêgeha Darka Mazî ji Destpêka weşana xwe bi dehan mijar li ser tawan û cînayetên PKKê li Şingalê parvekirine û kanê bi tu awayî ev rêxistin hem bûye bela serê Êzidîyan û hem jî bûye darê destê Heşda Şabî û Îranê li dijî Başûrê Kurdistanê, lê belê emê di vê mijarê de bas li cînayeteke din ya PKKê bikin, ew jî çandina madeyê hişberê ye li çiyayê Şingalê.

Li gorî agahiyên teybet yên pêgeha Darka Mazî, PKKê hejmareke zeviyên li çiyayê Şingalê, kirine ciyê çandina Heşîşê û hejmareke din ya corên madeyê hişberê, rêxistin vê ticaretê li gel Heşda Şabî dide meşandin.

PKKe vî karî bi Yekîneyên Parastina Şingalê anku YBŞê, bi vî awayî dide encam dayîn:

YBŞe Heşîşê li çiyayê Şingalê diçîne piştre û wexta gihîştina berhemî, dişîne Sûriyê û li wir tê firoştin, pereyên ku ji vê ticaretê tên bi dest xistin ji bo dû alîyane, aliyê yekê rêvebrîya PKKê û aliyê din rêveberîya jûr a Heşda Şabî, bi taybetî şexsê Falih Feyaz yê serokê desteya birêvebir.

Çavkaniyên teybet yên pêgeha Darka Mazî eşkere kir ku PKKe ji bazirganîya madeyê hişberê yên ku li çiyayê Şingalê diçîne, mehane bi qasî 4 miliyon dolaran ji boy Falih Feyaz dişîne, ev jî yêk ji sedemên piştigrîya Heşda Şabî ye ji boy YBŞê.

Di vê derbarê de, li roja 5 meha nîsana îsal 2021an, kesê bi navê “Emîr Ebdulwehab Axa”, cihgirê birêvebirê îstixbarata Îraqê li Şingalê ku ji şêniyên qeza Tileferê ye, serdana baregeha melbenda 15 ya YNKê li Şingalê kir, ev kes ji hêla “Dawud Şêx Cindî” berpirsiyarê melbendê ve hat pêşwazî kirin û ev xal nîqaş kirin:

  • Rewşa Şingalê, partî, girûp û aliyên siyasî yên li wir dixebitin.

  • YBŞe û Heşda Şabî şirîkên hev yên sitratejîkin.

  • Rewşa çandin û ticareta hişberê li Şingalê.

  • Rewşa derxistina samanên jêr erd bi teybet zêrî li Şingalê.

  • Rewşa ticareta çekan ya nêvbera Şingalê û Sûriyê.

Li ser vê çendê “Şêx Dawud” berpirsê melbendê 15 yê YNKê axaftinên birêvebirê îstixbarata Şingalê pejirandin û got ku YBŞe van xizmeta ji Heşda şabî re dike.

PKKê çiyayê Şingalê, çiyayê ku xwîna şehîd û zarokên Êzidîyan li dema êrîşa DAÎŞê lê hatîye rêştin, kiriye ciyê çandin û ticareta Afyonê

Tifaqa PKKê li gel Heşda Şabî ku bingeha xwe ji Îranê distîne, sedema sereke ya paşketina Şingalê ye, her ev tifaq sedeme ku Peymana Şingalê heya roja me ya îro cî bi cî nebe, gelê Êzidî jî tenê baca vê tifaqê dide, ji ber ku ji roja rizgar kirina Şingalê ji hêla Pêşmergehên Başûr ve û heya îro PKKe û Heşda Şabî rê nade awareyên Şingalê yên ku di kampan de ne, vegerin warê xwe.

PKKê binara çiyayê Şingalê, çiyayê ku bi qîblet û penageha Êzidîyan tê hesab kirin, teybet li navçeyên ku xwîna şehîd û zarokên Êzidîyan li dema êrîşa DAÎŞê lê hatîye rêştin, îro li şûna ku mînomêneke azadiyê li wir ava bike, PKKê ew der kirine ciyê çandin û ticareta Afyonê.