Mîrê tarîtîyê Cemîl Bayik (Cûma) kî ye?

Hin kes dibêjin ku ew duyemîn revberê PKK’ê ye, hin kes jî dibêjin ku ew destê rastê yê Evdila Ocalan e. Lê belê, ew bi rastî mîrê tarîtîyê ye. Belê, em behsa Cemîl Bayik dikin. Cemîl Bayik bi rastî kî ye? Werin em kurte jîyana wî vebêjîn.

Cemîl di sala 1955’an de li navçeya Keban a ser bi Xarpêtê (Elzîzê) ji dayik bû. Berevajî wê pêzanînê ev ne Alewiye, Sunnî ye û ji mezheba Hanefiye. Dema ku wî li Zankoya Enqerê beşa Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê dixwend, bi rêya Kemal Pîr wî Evdila Ocalan naskir û vê rojê çarenûsa wî guherî. Û ji salên 1970’an û pê ve, Cemîl xwedî dîrokeke tarî ye, carinan bi Tirkiyeyê û carinan bi Îranê re, ew bû sedema înfazkirina gelek endamên PKK’ê.

Gumanên li ser Cemîl Bayik di salên 1970’an de dest pê dike. Ew li Xarpêtê ligel 29 endamên PKK’ê hat binçavkirin û hemî hevalên wî hatin zîndanî kirin, lê tenê ew serbest hat berdan.

Ev bû sedemê girtina damezrînêrê PKK’ê Mezlûm Dogan ku di sala 1982’an de li Diyarbekirê di roja Newrozê de dawî bi jiyana xwe anî.

Birayê wî, Ehmed Bayik (Mistafa), pêşî cihê Hayri Durmuş, da keşifkirin û ew da girtin. Tevî vê yekê, birayê wî Ehmed Bayik niha yek ji berpirsê darayî û sindoqa pera ya PKK’ê li Ewropayê ye.

Pêwendiya gumanbar a Bayik bi dewleta Tirkiyê re bala dewleta Îranê jî kişandi bû. Di sala 1984’an de, dewleta Îranê pasaport dida endamên PKK’ê. Lêbelê, neda Cemîl Bayik, gotin ku: “ji ber ku Îranê ew wek sixûrê dewleta Tirkiyê didît” pasaport bi wî neda. Balkêşe Bayik piştî wê demê bi Îranê re têkiliyên pir baş pêş xistin. Bayik tevlîbûna Kongreya 3. a PKK’ê red kir û li Urmiyê bi Îtlaatê re dima. Ocalan got ku heke ew neyê, em ê wî wekî veqetîyayî îlan bikin. Bayik mecmûr ma û hat, lê êdî wî her tim paşta xwe dispêrt Îranê.

Salên 1990’an ji bo Cemîl Bayik salên zehmet bûn. Ew di nav PKK’ê de wekî hevalkujek û yekem kesê sengerê xwe hiştî û revî hate nasîn.

Di sala 1992’an de, di dema êrîşa PKK’ê ya li ser bereyê Kurdistanî yê Başûr çêbûyî, bêyî ku guleyek biteqîne Bereyê Metîna hişt û revî. Lê beşa herî bi sehm ew bû ku di dawiya şer de, wî 19 gerîlayên birîndar ên PKK’ê li Heftenînê bi hinceta ku ew ne kevin dest, kuştin. Vê buyer hişt di nav PKK’ê de nefreteke veşartî li hember Cemîl Bayik çêbe.  

Bayik di sala 1993-1994’an de bi YNK’ê re têkiliyên pir germ pêş xist. Dema ku balafirên Tirk êrîşî kampa Zelê kirin, Celal Talabanî berî êrîşê ew agahdar kir û ew ji kampê derxist. Le belê kadroyên PKK û milisevan ber balafira man û 11 endamên wan di encamê êrişê de jiyana xwe ji dest dan. Çima ev xelas nekirin kes bahsa vê nake.

Di sala 1997’an de, tenê di sê mehan de, di bin navê “pêngava partîbûnê” de, wî 27 endamên PKK’ê li herêma Zapê înfaz kirin. Piraniya van kesan Rojavayî bûn, û ji ber vê sedemê, endamên Rojavayî her gav ji Bayik dûr disekinîn.

Dîsa, di sala 1997’an de, tevî ku fermandarê Biryargeha navendî ya ARGK ê bû di dema operasyona dewleta Tirk a li ser herêma Zapê wî bêyî ku ji kesî re bibêje, Biryargeh hêla û revîya. Ew hat Kampa Penaberên Bakur pişta qeza şêxan kampa Nehdara-Nînova, û dikanek kirin du beş û wî xwe li wir veşart heya ku operasyon bi dawî bûyî.

Ocalan hewl da ku Bayik di nav PKK’ê de sînordar bike. Ocalan bi rêya endamên xwe yên jin êrişî Bayik kir. Cemîl Bayik wê demê di got, “Serok jinên PKK’ê dîn kirin e.”

Di dawiyê de, di sala 1998’an de, Ocalan endamên damezrîner ên PKK’ê, di nav de Bayik, Duran Kalkan û Elî Heyder Qaytan, ji rêveberiya PKK’ê dûr xist û ew wekî “dînozorên porspî” bi nav kirin. Û Ocalan got “ew êdî careke din nekevin nav rêveberiyê.” Ocalan di Kongerya & mîn a PKK’ê de Cemîl ji Dîwana Kongereyê avêt û bang li civata kongireyê kir ku porsipîyan bû rêveberîyê nehilbijêrin.

Lêbelê, hê kongre bi dawî nebûyî Ocalan di 15ê Sibata 1999’an de çû Tirkiye. Bayik dîsa ket nav rêveberiyê de. Wî dest bi jinav birina sengerê Apo yê di nava PKK’ê de ango bizava Jin kir. Hemî Apoperstên Jin bêdeng kirin û ew girtin. Û bi lezûbez dest bi damezrandina PKK’eya xwe kir.

Kesayetên bi bandor ên wekî Gûlan (Filîz Yerlîkaya), Nasir (Faruk Bozkurt), û Harûnê Sermezin (Barzan Dürre) bi fermana Bayık hatin kuştin. Bayik hem fermana kuştina muxalifan da û hem jî tîmek kujer a bêwijdan ji dilsozên xwe afirand.

Di sala 2004’an de, Ocalan dîsa Cemîl Bayik ji rêveberîyê dûr xist û Murad Qarayilan wekî nûnerê xwe erkdar kir. Lêbelê, Bayik di damezrandina PKK’eya xwe de karê xwe berdewam kir. Ew bi Qarayilan re ket nav têkoşînek dijwar a desthilatdariyê.

Di sala 2013’an de, ew bû hevserokê KCK’ê. Ji wê demê û pê ew bi Iran, YNK, Beşar Esed û Şîayên Iraqê re ket nava pêvajo û pêwendîyên tarî de.

Cemîl Bayik piştî banga Ocalan a ji bo feshkirina PKK’ê û bêçekbûna wê kete nava bêdengîyê de. Di rastiyê de PKK’eya ku Ocalan daye fesihkirin PKK’eya Cemîl Bayik bû. Cemîl vê rastîyê baş fehm dike.

Cinayetên ku me vegotin tenê kêmek ji dîplomasîya tarî ya Cemîl Bayik bi dewletên herêmî re ne. Çeka wî tenê li ser hevalên wî û Kurdan şuxilî ye. Ji ber vê yekê, Cemîl Bayık bi rastî jî mîrê tarîtîyê ye û dê di tarîtîyê de jî bimîne.

Pustên heman beş