Navê nû yê PKK’ê bûye çi? Hestiyên Kemal Pîr jan didin…

PKK’ê di Gulana 2025’an de kongreyek darxist û ragihand ku dev ji têkoşîna çekdarî berdide û xwe hildiweşîne. Salek li ser vê biryarê re derbas bû. Di salvegera yekem a hilweşandina PKK’ê de, daxuyaniyeke rêberên PKK’ê Mistefa Qarasû û Nûriye Kesbir (Sozdar Avesta) di medyayê de cih girt. Axaftina wan zêde bala xelkê nekişand; ji ber ku ew dubarekirina axaftinên berê bû. Tenê tiştê ku bala mirov kişand, navê ku li şûna PKK’ê bikar anîn bû: Rêveberiya Tevgera Apoyî…

Bêguman di medyaya civakî de nîqaşek çêbû: “Gelo navê nû yê PKK’ê ‘Tevgera Apoyî’ ye?”

Ma navê PKK’ê yê nû bi rastî “Rêveberiya Tevgera Apoyî” ye? Piştî ku PKK’ê bi fermana Ocalan xwe hilweşand, rêberên berê yên PKK’ê carinan di bin navê KCK’ê de daxuyanî didan. Lê belê, beşekî girîng bi gelemperî sernavê “Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan” bikar dianî. Bi qasî ku em dizanin, di talîmatên ku Ocalan ji PKK’ê re şandibûn de, wî ji bo tevgera nû navê “Tevgera Komunên Demokratîk” pêşniyar kiribû. Lê îro, navekî nezelal wek “Rêveberiya Tevgera Apoyî” hat bikaranîn.

Ger navê nû yê PKK’ê “Rêveberiya Tevgera Apoyî” be, wê demê hestiyên damezrînerên pêşeng Mazlûm Dogan, Hayri Durmuş û Kemal Pîr —yên ku di salên 1980’yî de li zindana Diyarbakırê hatin îşkencekirin û kuştin— dê jan bidin. Ji ber ku wan gotina “Apocî” ji bo xwe wekî bêrêzî pênase dikir.

Kemal Pîr, pêşengê damezrîner ê PKK’ê, di sala 1981’ê de dema ku di girtîgehê de bû, li dijî gotina dadwer a ku ji wan re digot “Apocî” derket û di dadgehê de weha got: “Em Apocî nînin. Hinek aliyan ev nav ji bo ku me sivik bikin û reş bikin li me kirin. Pênaseya ‘Apocî’ ji bo ku me wekî dilsozên kesekî nîşan bidin hate îcadkirin. Lê belê, em ne dilsozên şexsekî ne. Tiştek wekî ‘heger Apo nebe, ev tevger jî nabe’ nîne; Abdullah bi xwe endamekî vê tevgerê ye.”

Niha, tu daxuyaniyeke fermî nîne ka PKK’ê navê xwe guhertiye an na, lê ji bo dîtina rizîn û pûçbûna di nav PKK’ê de, ev berawirdkirin girîng e: 45 sal piştî Kemal Pîr, endamekî din ê PKK’ê, Amed Malazgirt, dibêje: “Eger Kurdistanek hebe û ev Kurdistan bêyî Rêber Apo be, wê hingê bi raya min a şexsî, pêwîstî bi Kurdistaneke wusa nîne.” Ka li helwesta Kemal Pîr binêrin û li ya Amed Malazgirtî binêrin û wan berawird bikin…

Ev rizîn û pûçbûn e. Eger tevgerek bi vî rengî ji rê derketibe, ev ne guhertin e; lê pûçbûn e, hilweşîn e û xiyaneta li mîrateyê ye. Ji ber vê yekê, guherîna navê PKK’ê ne girîng e. Piştî nîvê salên 1980’yî, PKK’ê fêm kir ku navek û logoyek nû di nav şopînerên wê de kelecan, meraq û hêviyên nû çêdike. Ji ber vê yekê, her gava ku ew bi tevlîheviyekê re rû bi rû dimînin, navên nû û logoyên nû diafirînin.

Ji salên 1980’yî heta salên 1999’an, ji bo coş û xiroşa girseyê, sernavê her saziyekê “Kurdistan” danîn. Piştî ku Ocalan dest bi jiyana li Îmraliyê kir, navê “Kurdistan” hate avêtin û peyva “demokratîk” li sernavê her saziyekê hate zêdekirin. Niha, piştî 2025’an, êdî tiştek bi navê Kurdistanê nehiştin; ji niha û pê ve, her tişt dê wekî “Tevgera Apoyî” û “Komunalîzm” were binavkirin…

Yanyî, rovî çend bigere jî di dawiyê de vedigere dikana kürkfiroş. PKK’ê maskeya xwe ya Kurd-Kurdistanî avêt û vegeriyaye ser cewherê xwe. Êdî PKK’ê bi xwe qebûl kiriye ku ew ne tevgereke Kurd û Kurdistanî ye.

PKK tevgereke mirîdan e.