Provokasyona Heşdî Şebî li dijî Herêma Kurdistanê û Helwesta ku Divê Kurd nîşan bidin

Rojhilata Navîn îro di nav agirekî dijwar re derbas dibe û operasyona ku Îsraîl û Amerîkayê li dijî Îranê daye destpêkirin, mehek li pey xwe hişt. Di vê şerê ku hîna dawiya wê ne diyar e de, her du alî jî planên nû pêş dixin da ku eniyên xwe berfireh bikin, lê di navenda plana Îranê de Iraq û Kurd hene.

Dema em li dîroka nêz dinêrin, em dibînin ku Îranê di dema Bihara Erebî de bi zanebûn DAIŞ berda ser Kurdan da ku rê li ber serkeftinên wan bigre. Hin derdor dibêjin qey Îran li dijî DAIŞ’ê bû, lê rastî berevajî vê ye; DAIŞ li Iraqê xwedî têkiliyên rasterast û nerasterast bi Îranê re bû û ji şîeyan bêtir, bi hovîtî êrîşî Kurdistanê kir.

Îro jî heman senaryo bi navekî din li dar e. Îran dixwaze bi êrîşkirina Heşda Şebî li ser Kurdan, wan bi şer û aloziyan mijûl bike û di heman demê de sîstema federal a Iraqê bi temamî hilweşîne. Heşda Şebî êdî ne tenê hêzeke wekîl e, ew bi temamî veguheriye beşek ji Artêşa Pasdarên Îranê û îro dewleta Iraqê ne ji Bexdayê, lê ji aliyê van milîsan ve tê birêvebirin.

Ji bo pêkanîna vê plana wêranker, Îran êrîşên provokatîf li dijî Herêma Kurdistanê dijwartir dike. Armanckirina baregeha “Lêvegerê” neteweya Kurd û sazûmankarê aştiyê Serok Barzanî ji aliyê Heşda Şebî ve, û her wiha armanckirina mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, parçeyek ji vê provokasyona mezin e.

Çawa ku duh DAIŞ’ê zêdetirî her kesî êrîşî Kurdan kir, îro jî Heşda Şebî bi hinceta hebûna Amerîkayê, ji Bexdayê zêdetir Hewlêrê bombebaran dike. Armanc pir eşkere ye: bêhêzkirina stûna têkoşîna neteweyî ya Kurd, ango Rêbaza Barzanî. Ew dixwazin Hewlêra ku îro herêma herî ewle û geş a Rojhilata Navîn e, veguherînin qada şerên mezhebî û kolonyal.

Di vê qonaxa metirsîdar de, Kurd tenê bi hevgirtineke neteweyî dikarin pêşiya van xetereyan bigrin. Lê belê, di vê mijarê de di nav tevgerên sereke yên Kurd de lawaziyek û bêdengiyek xemgîn heye. Tevgera Barzanî di bin van êrîşên giran de bi tenê hatiye hiştin.

YNK ji tirsa berteka gelê Kurd êdî hevkariya xwe ya bi Heşda Şebî re bi eşkere nîşan nade, lê belê ew hîn jî li benda lawazbûna PDK’ê ne da ku bi piştgiriya milîsan xwe bikin hêza sereke û kursiyên Bexdayê misoger bikin. Heya niha jî van hêzan bi wêrekî negotiye ku Heşda Şebî êrîşî axa Kurdistanê dike.

Li aliyê din, PKK di dema ku Kurd di serdemeke wisa hestiyar re derbas dibin, bi rojevên derew ên mîna azadiya Ocalan û pîrozbahiyên rojbûna wî, hişê gelê me mijûl dike. Di bin navê “Banga Yekîtiyê” de lîstikên siyasî dimeşînin, lê di heman demê de bi piştgiriya Heşda Şebî li Şengalê konferansan li dar dixin. Encama konferansên wan ne azadî, lê entegrebûna bi wê Iraqa ku ji aliyê Heşda Şebî ve tê birêvebirin e.

Divê Kurd, bi rewşenbîr û siyasetmedarên xwe ve, van hevalbendên dagirkeran di nav xwe de nas bikin û wan teşhir bikin. Divê em baş bizanibin ku Tevgera Barzanî, di şexsê Hewlêr û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, kevirê bingehîn ê hebûn û azadiya me ye.

Di vê serdemê de, yekîtiya rastîn ew e ku em li dora Hewlêrê bicivin û her êrîşeke li ser Barzanî û paytexta me, wekî êrîşeke li ser rûmet û paşeroja hemû Kurdan bibînin.