Ela Emîn xortekî temen 33 salî ji Qamîşlo bû. Ela hat kuştin. Perasûyên wî, serê wî û pozê wî şikandi bûn; li ser rû û pişta wî birînên giran hebûn; û li ser lingên wî şûna şewat û birînên xedar hebûn Ela bi îşkenceyêkî hovane hatibû kuştin.
Kê Ela kuşt?
Dewleta Sûriyê? Naa.
Dewleta Tirkiyê? Naa.
Ela ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Rojava ve hat kuştin. Mezlûm Ebdî jî qebûl kir ku kesên ku Ela girtine hêzên ewlehiya Rojava bûn.
Piştî Ela kuştin, raporek derew li ser hat amadekirin ku tê de îdia dikir ew bi krîza dil mirî ye. Heya, rêxistina ciwanan a PKK ê, Ciwanên Şoreşger, konê şînê yê Ela jî şewitand. Dema ku mijar di medyayê de hat ragihandin û di nav Kurdan de bû sedema nerazîbûnê, rêveberiya Rojava hewl da ku rewşê manîpule bike. Nûçegihanekî TV ya Rohanî, bi îdiaya ku nûçeyan radigihîne, daxuyaniya dayikê Ela ku gotibû “di nav grûpa yên kurêmin birî de jin jî hebûn” qut kir û welê weşand.
Hesabên medyaya civakî yên PKK ê bi awayekî veşartî hewl didin ku rewşê bi raya giştî bidin qebûlkirin bi gotina “Hêzên me yên çekdar hene, kes nikare êrîşî nirxên me bike.” Rewşenbîrên li Bakur, Rojava û Başûr dibêjin “Pêvajo pir hestîyar e, ev rexne zirarê didin partiya me,” û banga bêdengiyê dikin.
Çima divê em bêdeng bimînin? Gelo qey ew modela “rêveberiya azad û demokratik” ku dihat reklam kirin li Rojava ev bû? Kurd piştgirî nedan ku hêzên ewleyî yên Rojava ku Kurdan bikujin.
Di Gulana 2021 an de, Emîn Îsa ji aliyê rêveberiya Rojava ve hate binçavkirin, û di 28 ê Hezîranê de, cenazeyê wî yê îşkencekirî radestî malbata wî hate kirin.
Bengîn Elî di 1 ê Cotmeha 2022 an de, ji ber ku li dijî revandina xwişka xwe ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve derketibû, hate binçavkirin. Rojek şûnda, cenazeyê Bengîn ê îşkencekirî radestî malbata wî hate kirin. Malbata bi xizanî û bêçareyî nikarîbû dengê xwe jî terora Rojava re derxin.
Qatîlên Bengîn û Emîn hîn jî azad in
Ger di van bûyeran de bêdengî nehatiba parastin, dibe ku Ela nehatiba kuştin
Çima Ela hate kuştin? Ji ber ku Ela rexneyên li ser polîtîkayên rêveberiya Rojava li ser medyaya civakî weşandibû. Ela hate girtin û îşkencekirin da ku kesên ku Rojava rexne dikin, nemaze yên li Ewropayê, bitirsînin. Rêveberiya Rojava weke qeşmera mil bi mil bi bermahiyên DAIŞ ê yên îro li Şamê desthiltin wêneyan digirin lê ji ber rexnekî ciwanên Kurdan bi îşkence dikujin. Ev nayê qebûlkirin.
Rêveberiya Rojava ji ber polîtîkayên xwe yên berê yên piştî peymana entegrasyonê ya bi Şamê re hate rexnekirin. Niha ew dixwazin van rexnegiran bêdeng bikin. Ji bo vê armancê, ew siyasetek zorê û çavtirsandinê bi kar tînin. Îlham Ehmed û Rojhilat Efrîn li Ewropayê bi raya giştî re civînan li dar dixin, hewl didin ku xwe balkêş nîşan bidin, atmosferek hestyarî biafirînin û mirovan bêdeng bikin. Ji aliyekî din ve, li cihên ku hêzên wan ên çekdar hene, ew jî siyasetek zorê bi kar tînin, bi armanca tapeserkirin û çavtirsandina rexnegir û dijberên xwe.
PKK Sîyaseta Şekir û qamçî dimeşîne
Ji aliyekî ve xwe şêrîn dike, û ji aliyê din ve, lûleya tifengê nîşan didin da ku her kesî bêdeng bikin. PKK kevneşopî û kultira kuştina dijberan anî Rojava. PKK û Ocalan xwe wekî xwedayan pênasedikin, ji bû neyên rexnekirin. PKK li ser Kurdên Rojava farzdike ku biqîrin bijî bijî Ocalan. Rêveberiya Rojava heman siyasetê li ser gel disepîne.
Di nav Rojava de, dezgahkî kûr ê PKK ê heye ku bi dizî van operasyonan pêk tîne. Ev dezgeh ji hin kadroyên Bakurê Kurdistanê jî dinav de pêk tê. Ew xwe wekî berpirsiyarê “parastina xeta PKK ê” dibînin. Ji bo vê armancê, ew her rêbazê bikar tînin da ku hem di nava cemawerê xwe de hem jî din ava hêzên muxalef de xeta PKK ê biparêzin. Kujerên Ela ev dezgehê kûr ê PKK ê di nav Rojava de ne.
Heta ku rêveberiya Rojava van pêkhateyên kûr feshnekin û nasnameya PKK ê li ser xwe neavêjin, pêşîya bûyerên terorkirinên bi vî şêwazî nayên asteng kirin. Bûyera Ela Emin ne cînayetekî asayî ye; ew sîstematîzekirin û rewakirina cînayeta ye. Divê her kes hemberî vê cînayetê dengê xwe bilind bike da ku çi cînayetên din çênebin.