Bûyerên li Eşrefiye û Şêx Meqsûdê di hefteya borî de di dilê hemû Kurdan de bûne êş û birîneke mezin. 300 hezar kes koçber bûne, xanî wêran bûne, bi dehan kes dîl hatine girtin, û hejmareke nediyar, lê tê texmînkirin ku nêzîkî 200 kesa ne, ji şervan û sivîlan şehîd bûne. Ew şehîd tacên serê Kurd in. Lê mesele bi rêzgirtina ji şehîdan re bi dawî nabe. Divê rexne li wan kesên ku berpirsiyarê vê pêvajoyê ne, ku ne tenê xelkê Helebê, lê her çar beşên Kurdistanê trawma bi Kurdan jîyandî kiriye, were girtin. Ji ber ku hem xeletiyên leşkerî û hem jî yên siyasî hene.
Heta sala 2024 an eşkere bû ku Emerîka û hêzên Rojavayî li Helebê rêveberiyeke Kurdî naxwazin. Wekî din, Îsraîl, Emerîka û hikûmeta Sûriyeyê li Parîsê li hev kirin. Rêveberiya Rojava encamên Efrîn û Serê Kaniyê dît; ew dikarîbûn bêyî wêranbibe vekişyan.
Heke tu biryara vekişînê nikarî bidî, diviyabû şer li seranserê Helebê belav bikira û biçûna alîkariyê. Ev jî nehat kirin. Ji komek mirovên li wir re hat gotin ku heta mirinê şer bikin. Û derket holê ku ji sala 2012 an vir ve, wan li deverên ku ew kontrol dikirin tunel an jî sengerên rêkûpêk ava nekirine. Ji ber vê yekê, mirov asê man, û heta rêberên mîna Şehîd Ziyad Helep, rêveberê asayîşê, neçar man ku xwe bide kuştin.
Tiştê ku li Helebê qewimî dişibihe bûyerên li Cizîrê ku mirov di dema şerê xendekan de di jêrzemînan de zindî hatin şewitandin. Û di her du rewşan de, ew PKK bû ku ji mirovan re got ku li ber xwe bidin û dernekevin.
Ew gotina ku “Meclisa Gel a Şêx Meqsûd biryar da ku dernekeve” ev yek neraste. Her kesê ku bi pergala Rojava dizane dizane ku biryar ji jor ve têne dayîn, û meclis tenê dikare wan bicîh bîne. Û ev biryar rasterast ji hêla serokatiya PKK ê ya hilweşîyayî ve hatî dayîn.
PKK xwe hilweşandiye, lê fikra bikaranîna jiyan û êşên mirovan wekî amûrekî propagandayê û avakirina zirxek parastinê li ser leşên ciwanên Kurd nehatiye hilweşandin.
Di serdana Mezlûm Ebdî ya Şamê de di 4 ê Çile de, jê re hat gotin, “Yan derkevin an em ê êrîş bikin.” Ji ber ku dît ku pevçûn dê wêraniyek mezin bîne, Mezlûm Ebdî pêşniyar kir ku taxan werin valakirin û hêzên ewlehiyê ber bi Efrîn ve biçin. Lê PKK ê ev pêşniyar qebûl nekir.
Serokatiya PKK ya hilweşiyayî dixwest peyamek nerasterast ji Tirkiyê re bişîne û bêje, “Em neqediyane, em hîn jî dikarin şer bikin.” Ji bo vê armancê, wan fermana “berxwedanê” li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê da. Endamên PKK ê di bin navê Koordînasyona Tevgera Apoyî de ev biryar li ser Mezlûm Ebdî û yên din ên ku dixwestin vekişin sepandin. Kesên wekî Bahoz Erdal, Aldar Xelîl û Mûzafer Ayata beşek ji vê koordînasyonê ne. Di encamê de, Mazlum Ebdî û hevkarên wî nekarîn pêşî li vê biryarê bigirin, û înîsiyatîfa birêvebirina pevçûnê ji Bahoz Erdal re hat dayîn. Mezlûm Ebdî û alîgirên wî di tevahiya pevçûnê de bêdeng man.
Encam wêraniyeke mezin pêkhat û PKK careke din gel fedayî planên xwe yên tarî kir.
Di demekê de ku li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê karesatek leşkerî û siyasî yên ewqas mezin hatin kirin, di demekê de ku hê şehîd nesiprtine axê. Di demekê de ku hêsirên çavên Kurdan hê nesekinîbûn, saziya çandî ya PKKê bi bêşermî stranek li ser Helebê weşand. Tiştê ku Helebê hewce dike ne stranek e, lê dadgeheke gel e. Divê ew kes û saziyên ku pêşîya gelê Kurd tenê du rê danî yan mirin yan wêrankarî hesap bidin. Ew rêveberî di vijdana gelê Kurd de rûreş û şermezarin.