«Darka Mazî» Qeyran, gendelî û guherînên îdarî di nav rêzên Lîwaya 30ya Heşdî Şebî de parve dike

«Darka Mazî» Qeyran, gendelî û guherînên îdarî di nav rêzên Lîwaya 30ya Heşdî Şebî de parve dike

Li gorî agahiyên ku Malpera “Darka Mazî” ji çavkaniyên agehdar yên herêmî wergirtine, di van mehên dawî de tevger û geşedanên girîng derbarê gendelî, derbaskirina madeyên qaçax û aloziyên di nav rêzên Lîwaya 30ya Heşdî Şebî de li sînorê deşta Neynewayê hatine qeydkirin.

Rêdana bi erebeya madeyên hişber

Li gorî agahiyan, li meha Gulana 2026’an, berpirsê ewlehiya lîwaya 30 Elî El-Tewîl hatibû agahdarkirin ku erebeyeke tijî hebên hişber di xala kontrolêya Giwêr re ber bi bajarê Mûsilê ve birê ketiye. Hat diyarkirin ku bi fermana rasterast û bi rêya telefonê ji aliyê rawêjkarê fermandarê lîwaya 30 Bişar Bektaş Turkomanî ve, rê ji vê erebeyê re hatibû vekirin.

Piştî derbasbûna erebeyê, fermandarê operasyonên Heşdî Şebî li Neynewayê Seyîd Xedîr El-Matrûhî derbarê mijarê de lêkolîn da destpêkirin. Di heman pêvajoyê de, berpirsê ewlehiyê Elî El-Tewîl ji aliyê berpirsê hewalgîriya Heşdî Şebî li Neynewayê Şueyb Ebdulkerîm Xedîr (Ebo Yasîn el-Şebekî) ve bo çend rojan hate girtin. Zanyariyên nefermî diyar dikin ku Elî El-Tewîl, ligel berpirsê yekeya K9 Safwan Feysel Zeydan û Bişar Bektaş, li beramberî derbaskirina wê erebeyê 70 milyon dînarê Îraqî ji xudanê barî wergirtine.

Pêla sizadan û guherînên îdarî di serê meha Hezîranê de

Li destpêka meha Hezîrana 2026’an, Seyîd Xedîr El-Matrûhî bi agahdariya desteya giştîya Heşdî Şebî li Bexdayê gelek biryarên girêdayî guherîn û veguhastina berpirsên lîwaya 30 ya Heşdî Şebî îmze kirine:

1- Veguhastina bo yekeyên din (wek çekdar): berpirsê berêyê ewlehiyê Muştaba Bektaş, berpirsê K9 Safwan Feysel Zeydan, cîgirê hewalgîriyê Ebdullah Wehiş, berpirsê cerdevanan Elî Heyder Mistefa (Ela Ebo El-Wirûd) û Bişar Bektaş Turcomanî bo fermandariya operasyonên Diyalayê hatin veguhestin. Her wiha berpirsê nivîsgeha fermandariyê Zeyn El-Abidîn Salim ji karê wî hate dûrxistin.

2- Meylandin û sazkirinên nû: Elî Eyûb Xedîr El-Şebekî wekî berpirsê nûyê ewlehiyê û Mihemed Emeş El-Şebekî wekî berpirsê hewalgîriya lîwaya 30 hatin tayînkirin. Her wiha Îsmaîl Bû Mehdî El-Şebekî, bûye cîgirê berpirsê ewlehiya (Lîwaya 30), ku dibe xwarziyê Weed Mehmûd El-Qedû, damezrêner û fermandarê berêyê (lîwaya 30) û endamê parlamentoya niha ya Îraqê li ser (Kotaya Şebekan).

Mijara gendeliya darayî, erd û têkiliyên neqanûnî

Zanyarî diyar dikin ku li naverasta meha Hezîranê di navbera fermandarê nihayê lîwaya 30 Mihemed Cemîl Xedir El-Şebekî û damezrênerê berêyê lîwayê û parlementerê Îraqê Weed Qedû de aloziyeke kûr derketiye.

Li gorî daxuyaniyên nava civînên girtî yên Weed Qedû bi dest Malpera “Darka Mazî” ketine:

Li naverasta meha (6/2026) Weed Qedû li baregehê xwe li (komelgeha Tayibe / Bartile) li bal Mihemed Arif Yusuf Qinbir, berniyas bi Ebo Lucen El-Şebekî, endamê civata parêzgeha Neynewa û berpirsê hewalgîriya berê yê (lîwaya 30), diyar kiriye ku budceya (lîwaya 30), (210,000,000) du sed û deh milyon dînare, Mihemed Cemîl bi hevahengî digel Seyîd Xedîr Matrûhî mehane (60,000,000) şêst milyon dînar bo xwe dibe.

Her wiha hat hînbûn ku fermandarê lîwayê “Mihemed Cemîl” di qaçaxçîtiya ajalan de bo bajarê Hewlêrê cih digire. Her wiha bi alîkariya fermanberekî şaredariya Mûsilê yê bi navê Ismet, 80 parçeyên erdî li devera Gogcelî wergirtine û li beramberî 2.5 milyon dînar ji her kesekî, li ser alîgirên xwe dabeş kirine, lewma Weed Qido hemû hewlên xwe dide ku biraziyê xwe bi navê Ehmed Hesen El-Qedû li cîhê Mihemed Cemîl bide danîn, lê Matrûhî razî nîne û piştgiriya Mihemed Cemîl dike.

Tevî ku lijneya nezahê (têkoşîna li djî gendelyê) li Mûsilê ji van binpêkirinan agahdare jî, lê belê piştgiriya aliyên jor yên mîna Emîndarê Giştîyê Haşdê Ebo Muntazir Tehsîn El-Ebudî û fermandarê operasyonên Heşdî Şebî Ednan Îbrahîm El-Besrî rê li ber lêprisînan tê girtin.

Qerebûkirna ziyanên êrişên Amerîkayê

Li aliyê din, di 10’ê Hezîrana 2026’an de, berpirsê lojîstîk yê operasyonên Neynewayê Husam El-Sehlanî serdana baregeha serekeya lîwaya 30 kir. Di civîna ligel Mihemed Cemîl de hate xwestin ku lîsteya ziyanên ji encama êrişên balafirên Amerîkî yên li ser baregehên lîwayê, baregehên nûnerê Elî Xameneyî (Şêx Hesen Sultan Fetah) û saziya Seyîd El-Şuheda li gundê Xezne Tepe hatine çêkirin, amade bikin daku bo desteya Heşdê bêne bilindikirin bi mebesta qerebûkirinê.

Di encama van geşedanan de hat zanîn ku cîgirê fermandarê serkirdayetiya operasyonên Heşdî Şebî li Neynewayê û fermandarê lîwaya 21 ya Heşdî Şebî, Seyîd Eqîl di meha Gulana 2026’an de bi tohmeta wergirtina bertîlan ji girtiyan hate destbiserkirin û niha di zindana Sadir El-Qenat (Tacî/Bexda) de di bin lêprisîna dadweriyê deye.