Hewalgîrîya YPGê mafyayeka leşfiroşiyê damezrandî ye

Grûpekî leşfiroş li bajarê Dêrkê aşkere bû, îstixbarata YPGê ew ji boy xapandina keç û ciwanan erikdar kiriye û bi rîya girtina dîmenên wan yên vîdyo, wan neçarî karê leşfiroşiyê dike.
Çavkaniyên taybet yên “Darka Mazî” li Rojava Kurdistanê aşkere kirin, girûpeke leşfiroşan ku ji hin keçên bi regez ereb û ciwanan pêkhatiye li bajarê Dêrkê aşkere bû, ev girûp girêdayî îstixbarata YPGê, baskê leşkerî yê PKKê ye û bi telîmatên wê kar dike.
Destnîşan kir, yêk ji keçên vê girûpê bi navê “Meha” tê naskirin, ji şêniyên gundê Til Elo yê Çil Axa ye û weke berpirsa girûpa leşfiroşan tê naskirin, ew li sînorê Rimêlanê karê xapandina keçan û neçarkirina wan bo leşfiroşyê dike.
Çavkaniyên me diyar kirine, du birayên “Meha” yê endamên asayîşa PYDê ne û hewalgîrîya YPGê xaniyek li Dêrkê ji boy wê dabînkiriye.
Li gorî agahiyên destê me, yêk ji keçên din yên wê girûpê bi navê “Muna” tê naskirin, ew ji erebên Dêrkê ye, wê diyar kir ku Meha ya serperişta girûpê ji hêla îstixbarata YPGê ve bo xapandina keçan hatiye erikdar kirin û got: “Hin ciwanên ji rêxistnên îstixbaratê ji bo girêdana pêwendîyan bi keçan re tên araste kirin û ev ciwan keçan wêne dikin û piştre bi wan wêne û dîmenan keç tên tehdîd kirin û bo karê leşfiroşyê tên neçar kirin”.
Her wiha aşkere kir, li rojên rabûrî keçeka bi navê “Mandilîna” ku ji şêniyên gundê Girkendal yê Dêrkê ye, bûye qurbanîya vê yarîya qirêj, piştî ku Mehayê ciwanekî ereb ji boy girêdana pêwendîyan û kişandina dîmenên wê yên vîdyo erikdar kirî û got ku niha Meha bi rîya wan dîmenan gefan li Mandilînayê dixwe ku tevlî karê bê rewiştiyê bibe.
Agahiyên me tekez kirine ku tev keçên ku bûne qurbaniyên vê girûpê, bi heman awayî ji boy xapandina ciwanan tên araste kirin û ev ciwan û zilam dikevin bin kontrola îstixbarata YPGê.