Hewla PKKê ya tasfîyekirina Demîrtaş

pkk-tak-selahettin-demirtash-kck (2)

Di ser êrîşa bombeyî a TAK ê ya li ser qereqola ku Demîrtaş lê bû re 5 sal derbas bûn

Di 4 ê Mijdara 2016 an de li Dîyarbekirê, êrîşeke xwekujî pêk hatibû û di encamê de 12 kes hatibûn kuştin û 100 kes jî birîndar bibûn.

Ev êrîş di nava êrîşên salên dawî li Tirkîyê hatîn kirin de, êrîşa herî mezin bû, 3 ton TNT di wesayîtek barhelgir de hate teqandin.

Alîyekê vê erîşê ya herî balkêş ew bû ku li vê qereqola polîsan de du rêveberên HDPê Selahaddîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag lê amade bûn, çalakî hat kirin, ev êrîş rêxistina TAK ya bi ser PKKê pêk anî bû.

Ajansa nûçeyan a PKKê ANFê li ser navê TAKê daxuyanî belav kir, lê çima êrîşek wiha hat kirin û armanca vê çalakîyê çi bû qed nehat rojevê.

Selaheddîn Demîrtaş, ji bo binpêkirina mafan a herî biçûk jî dengê xwe bilind dikir, lê ji bo vê teqînê bêdeng ma, li alîyê din PKKê tu daxuyanî neda û xwe kerr kir, ev Bûyer jî di nav bûyerên ku li ser wan hatî girtin de cîyê xwe digire.

Hevserokê DBPê jîyana xwe ji dest da

Di berîya teqînê bi saetan di operasyonek hemwext de, hevserokên Giştî yên HDPê Selahaddîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlamenterên HDPê Zîya Pîr û Sirrî Sûreya Onder birin Midûrîyeta dijî Terorê, ya ku li ser wê teqîn çêbûyî, lê Demîrtaş û Pîr 2 saet berîya teqînê ji wê avahîyê derxistin û ew sewqî dadgehê kirin.

Hat zanîn ku Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag û parlemanê HDPê yê Enqereyê Sirrî Sûreya Onder li avahîya Midûrîyeta dijî Terorê ya ku di teqînê de xisareke mezin dîtî de, di hatin girtin, di avahîyê de gelek rêveberên HDPê û DBPê yên binçavkirî hebûn, hevserokê DBPê yê navçeya Çûngûşê, Recaî Altay di encama teqîna mayînê de jîyana xwe ji dest da.

Wesayît negihîşt cihê hedefê

Dema wesayîta bombebarkirî diçû ser Midûrîyeta Polîsan ve, di rêkê de qezayek çêbû, xwedîyê wesayîtê ji bo bandora qezayê bibîne li hundirê wesayîta bombebarkirî nihêrî û dît ku bombe heye da qîran got “birevin bombe heye” di vê navberê de wesayîta bombebarkirî hat teqandin,yanî berîya ku bigihêje armanca xwe wesayît tê teqandin, ger wesayît gihiştiba qereqolê, îhtimaleke mezin ew HDP yî yên li avahîyê de hemû da pir zirarê bînin.

HDPê gel daxist kolana

HDPê piştî bûyerê girseya xwe rêkir cî yê ku wesayîta bombebarkirî lê teqîya yî, di roja ewil de HDPê îdîa kir ku ev teqîn li dijî HDPê hatîye kirin, di hesabên nêzî PKKê yên medyaya civakî îdîa kir ku vê teqînê Selahaddîn Demîrtaş kirîye armanç.

Piştî bûyerê rojekê HDPê daxuyanî da û îdîa kir ku teqîn ji alîyê DAÎŞê ve hatîye kirin, di daxuyanîya HDPê de ev agahî hatin dayîn: “Eger wesayîta bombekirî qeza nekir ba, wê bigihîja armanca xwe, divê hemû rastîyên li ser vê êrîşa bombeyî ya ku bi awayekî zelal pilansazîya wêrankerîyê bû, were aşkerekirin” .

Sirrî Sûreya Onder ê ku di dema teqînê de di avahîyê de bû dîyar kir ku ev teqîn li dijî wan hatîye kirin, Onder di daxuyanîya xwe de got; “Dema ku hevserokê me Selahaddîn Demîrtaş di birin dadgehê û em di hundirê wê avahîyê de bûn, teqîn pêk hat, ,ev 26 rojin rêveberên partîya me li wê avahîyê de girtî ne, ji ber vê yekê ev operasyona qetlîamê pir ziravî hatîye hesab kirin”.

HDPê bang li hemû girseyê kir ku bikevin nava liv û tevgerê û li dijî teqînê bertek nîşan bidin.

ANFê ragihand ku ev bûyer TAKê kirîye

Di 6 ê Mijdarê de nûçeyek di ANFê de derket û rastîya bûyerê zelalkir, Nûçeya ANFê dîyar kir ku bûyer ji alîyê rêxistina TAK ve hatîye kirin, berdewamî ANFê nivîsand ku wê bûyer piştre li ser malpera fermî ya TAKê bi berfirehî were vegotin.

Di daxuyanîya TAKê de hate gotin ku ev çalakî li dijî pêkanînên AKPê hatîye kirin, li gorî daxuyanîya TAKê, ev bûyere kesê bi navê Emrah Dayan (Kemal Hekkarî) pêk anîye.

TAK kî ye?

Ew rêxistine PKKê ji ber sedemên sîyasî hatîye damezrandin, pîştî biryara 1ê xizîrana 2004 a ji nû ve despêkirina şerê çekdarî PKKê pêwîstî bi rêxistinekî bênasname wekî TAK dît û avakir.

TAK (Teyrêbazên Azadîya Kurdistan), di tebaxa 2004ê de hate damezrandin û xwe ragihand, berpirsîyarîya kiryarên ku PKKê nedixwest bertekên raya giştî bikişîne ser xwe bi navê TAK da hêne ragihandin.

Şewata daristanan, kuştina geştîyarên bîyanî, kuştina kesên sivîl û hwd TAKê xwe weke berpisyar destnîşan dikir, lê TAK tenê navê ragihandinî bû yên çalakî dikirin endamên hêzên taybet yê PKKê bûn, PKKê çalakvanên xwe yên bajaran weke TAK binav dikir, TAKê di lîsteya rêxistinên terorê ya Emerîka, Birîtanya û gelek welatên din de cîh girt.

Hetta Selahaddîn Demîrtaş jî ji ber xisara ku TAKê di gîhand sivîlan, mecbûr mabû ku banga hilweşandina vê rêxistinê bike, Demirtaş berîya ku ew qereqola polîsan a 4 mijdarê bûyî armanca teqîne, gotibû; “Em daxwaz dikin ku rêxistin bi temamî dest ji xebatên xwe berde û were hilweşandin”, piştî çend mehan vê carê ew bû armanc.

Piştî vê çalakîyê, TAKê di sala 2017 an de gelek çalakî pêk anîn, pişt re tu çalakîyên mezin bi vî navî nehat bihîstin, êdî şewitandina daristan û kargehan rêxistina bi navê “Zarokên Agirî” hilda ser xwe.

Dîroka kiryarên tarî

Çalakîya 4 ê Mijdarê di encama bêdengîya hevpar a dewlet, HDPê û PKKê ve hate ji bîr kirin, mîna gelek kiryarên tarî yên dîroka PKKê de qewimîn, ev çalakî jî kete nava lîsteya bûyerên sergirtî.