Dewleta Îranê cezayê îdamê li girtiyê Kurd Hatem Ozdemîr birî. Cezayê îdamê yê kadroyê PKK ê Hatem Ozdemîr di 15 ê Adarê de lê hatibû birîn. Derbarê Hatem Ozdemîr de ku pirsgirêkên wî yên cidî yên tenduristiyê hene, ne ji aliyê PKK ê û ne jî ji rêxistinên ser bi PKK ê weke PJAK û YRK ê ku li Rojhilatê Kurdistanê kar dikin, ti daxuyanî nehat dayîn û çapemeniya PKK ê jî li hemberî bûyerê ker û bêdeng ma.
Hatem Ozdemîr kî ye?
Hate diyarkirin ku Hatem Ozdemîr yê 25 salî ji bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê ye, di temenekî biçûk de tevlî PKK ê bûye û endamê HPG ê ye. Hatem Ozdemîr li navçeya Borelan a Makûyê ya li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê û Bakur bi birîndarî hat girtin. Hatem Ozdemîr ku di 3 ê Çileya 2019 an de hatibû girtin, piştî lêpirsîneke kurt sewqî zindana Urmiyê tê kirin. Hatem Ozdemîr ji wê demê ve di girtîgehê de ye.
Di 15 ê Adarê de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ve ji ber endamtiya PKK ê cezayê darvekirinê lê hat birîn.
Hatem Ozdemîr ne tenê tek girtiyê PKK ê ye ku ji aliyê Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Hate diyarkirin ku di 7 ê Adarê de cezayê darvekirinê li girtiyê siyasî yê din ê bi navê Fîrûz Mûsaloû yê ji navçeya Kotolê ya Rojhilatê Kurdistanê jî hatiye birîn. Her çend her du kes jî li ser navê PKK ê hatin girtin û cezakirin jî, PKK li ser vê mijarê bêdeng ma. Heta niha medyaya PKK ê li ser van her du kesan jî nûçe nenivîsandine û belav nekirine.
PKK li hemberî tarîkirina jiyana ciwanên Kurd ji aliyê dewleta Îranê ve hertim bêdeng ma ye
Dewleta Îranê beriya niha jî hewl dabû ku kadroyên Bakur ên PKK ê bi darve bike û radestî Tirkiyeyê bike.
Di sala 1994 an de 60 gerîlayên PKK ê yên ji operasyonên zivistanê yên dewleta Tirk ên li Çiyayê Agirî û herêma Serhatê reviyan û hatin xeta Dambat-Maku lê Îranê ew radestî dewleta Tirk kirin. Piraniya van gerîlayan hê jî di girtîgehên Tirkiyeyê de ne.
Dema ev hemû bûyer diqewimin, PKK ê ji bo ku têkiliyên xwe yên bi Îranê re aloz neke ev mijar nexist rojevê. Di dema ku kadro radestî Tirkiyê hatin kirin, Riza Altun û Mustafa Karasu li bajarê Urmiyê yê Îranê di qesrekî ku Îtlaata Îranê ji wan re texsîsî kiri bû de diman. PKK ê Ji ber nêzîkatiya xwe ya pir pragmatîst, bi dehan gerîla yên xwe bêxwedî li ortê hiştin. Di weşanên PKK ê de qed behsa van mijar û bûyeran nayê kirin.
Weke ku Îranê di dîrokê de xiyanetek bi vî rengî li ciwanên kurd nekiriye, nêzîkbûn lê tê kirin
Îro dema ku rêveberên PKK ê yên weke Cemîl Bayik, Mistefa Qarasû û Besê Hozat li herêmên derdora Silêmaniyê di bin garantoriya Îranê de dijîn, heman Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî Bakurê Kurdistanê re birî ye. Ev rûdan ne tenê pîvan û xeletiyên peywendiyên stratejîk ên Îran û PKK ê eşkere dike, belkî siyaset û bêwijdaniya PKK ê li ser jiyana kadroyên xwe jî eşkere dike.
PKK çima bêdeng e?
Sedema herî mezin a bêdengiya PKK ê jî ber tifaqa siyasî ya stratejîk a bi Îranê re ye. Ji salên 1990 ve di navbera PKK û Îranê de li ser kadroyên Rojhilatê Kurdistanê rêkeftinek heye û di derbarê kadroyên girtî de jî hevkarî heye.
Li gorî vê peymanê, PKK ê soz dabû ku heta salên 2000 ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê kesê wernegire û ev yek jî pêk anî. Piştî salên 2000 vê peymanê reng guherî. Îranê li hemberî meyla netewperwerî ya Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ev peyman guhert. Îranê rasttir dît ku berê vê potansiyela welatparêzîya Rojhilatê Kurdistanê şûna ku bikeve bin kontrola tevgerên din ên wekî Komele û PDK ê de bide PKK ê ya di bin kontrola xwe de. Di navbera PKK û dewleta Sûriyê de jî peymanek wisa hebû. PKK ê hemû hêza şerkirina kadroyên Sûriyeyê li Başûr û Bakur bikar anî û nehişt ku ciwanên Rojava hemberî dewleta Sûrîyê tevbigerin. Ji ber lihevkirina di navbera PKK û dewleta Îranê de, her çend PKK piştî salên 2000 tevlîbûnên ciwanên Rojhilatê Kurdistanê wergirti be jî, lê nehişt ku ev tevlîbûn bibe metirsî li ser dewleta Îranê, ji ber wê jî berê van ciwanan da Bakur, Başûr û Rojava Kurdistanê û li wir şer kirin.
Yanî potansiyela kadroyên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê PKK ê ve di berjewendiya Îranê de tê xebitandin
Sedemeke din a bêdengiya PKK ê jî rewşeke bi polîtîkaya kadro ya PKK ê ve girêdayî ye. PKK kadroyên xwe yên li hemû parçeyan weke milkê xwe dibine û dide karkirin. Ji ber vê sedemê dema pêwîst be ji bo berjewendiyên xwe bê dudilî xerc dike. Heger ne wisa bûya, PKK dikaribû ji dostê xwe yê stratejîk ango ji Îranê daxwaza kadroyên xwe bikira. Lê belê rêveberên PKK ê ne li gelê Kurd, ne jî li mafên Kurdan û zarokên wan xwedî derdikeve. Tenê daxwaza PKK ê ew e ku ji bo rêxistinbûna xwe şert û mercên pêwîst peyda bike. Hêza xwe ya çekdar ji bo qada Rojhilata Navîn li ser stratejîya hevbeş (Îran-PKK) bi Îranê ve girêbide. Sibe roj li Îranê şerek dijî rejîmê despêbike wê PKK weke beşekî sipayî pasdaran tevbigere û dijî bizavên azadîxwaz yên Kurd şer bike. Mînak hêzên PKK ê yên Şingalê.
Polîtîkaya PKK ê li hemberî xebatkarên xwe di şerê xendakan de û di tûnêlên mirinê de dîyar dibe. Nîşaneke din a ku PKK kadroyên xwe wek milk dibîne, ew e ku dema hewce dike wan wekî malzemeya propagandayê bikar tîne. Mînaka Zeynep Celaliyan, dema ku PKK pêdiviya xwe pê dibîne, rewşa hin xebatkarên xwe yên li Îranê girtî radixe ber çavan. Lê belê ev ronîkirin weke malzemeyeke propagandayê di çapemeniyê de tê bikaranîn, ne weke mudaxila kirina ku vê rewşê biguhere. Hûn dikarin li ser mijara Zeynep Celalîyan xwe bigihînin nivîsên malpera me.