Rastiya Zeynep Celalîyan û helwesta PKK ê

Rastiya Zeynep Celalîyan û helwesta PKK ê

Zeynep Celalîyan keça ji Rojhilatê Kurdistanê ev 15 sal in di girtîgehên rejîma Îranê de tê ragirtin. zîndanên li her derê xirabin. Di sîstemeke kolonyal û paşverû ya weke Îranê de, zîndanîbûna jinê hê xerabtir e.

Zeynep Celalîyan dinava jiyaneke zehmet de jîyaye. Zeynep Celalîyan di sala 1982an de li bajarê «Makû» yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye, di sala 1995 an de tevlî nava refên PKK ê bûye. Celalîyan ku bi salan gerîlla bû, piştre şandin xebata rêxistina PKK ê ya Rojhilatê Kurdistanê a bi navê PJAK ê. Celalîyan ji bo xebatên cemawerî şandibûn bajarê Kirmanşanê, di sala 2007 an de hatibû girtin. Di heman salê de cezayê sêdaredanê ji wê re hat dayîn û piştre jî ev ceza weke muebbet hat guhertin.

Zeynep Celalîyan di temenê 13 saliya xwe de tevlî PKK ê bû û di 25 saliya xwe de cezayê darvekirinê lê hat birîn, çîrokeka Zeynep Celalîyan çîrokeke ku divê wekî mînak bê girtin. Ne tenê ji ber ku ew jineke ketîye deste kolonyalîstan de, belku jiberku di haman dem de ew di destê tevgera siyasî ya ku tevlî bûye «PKK ê» de wekî amûrekî propagandayê dihête bikaranîn.

Zeynep Celalîyan tê îstîsmarkirin?

Medyaya PKK ê salê çend caran behsa rewşa Zeynep Celalîyan dike. Bi taybetî her sal di meha Adarê de beriya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê rewşa «Celalîyan» di çapemeniyê de cih digire. Yan jî her dema ku têkiliyên PKK bi Îranê re dikeve rojevê û bê rexne kirin, medyaya PKK ê Zeynep Celalîyan û endamên PJAK ê yên girtî dixe rojevê.

Îsal jî PKK ê ji bo «Zeynep Celalîyan» kampanya dan destpêkirin. Em bi niyeta baş piştgiriyê didin vê kampanyayê, lê li pişt vê kampanyayê û rastiya Zeynep Celalîyan, rastîyeke cûdatir heye.

Mixabin esareta «Zeynep Celalîyan» tê îstîsmar kirin. Pêşî «Zeynep Celalîyan» bi xwe tê îstîsmarkirin. Li aliyê din derdorên ku ji rewşa Zeynep Celalîyan hestiyar in tên îstîsmarkirin. Ji ber ku pirsgirêka Zeynep Celalîyan bi çalakiyên weke vekirina tagê li ser medyaya civakî û axaftina dayika Celalîyan çareser nabe. Yê ku vê kêşeya hestîyar çareser bike PKK bixwe ye.

Gelê Kurd ji hevkariya stratejîk a PKK û Îranê çi sûd wergirt?

PKK ê di sala 2010 an de têkiliya xwe ya stratejîk a bi Îranê re nû kir. Ev 11 sal in, ango ji bihara erebî vir ve, Îran û PKK li çar parçeyên Kurdistanê bi hev re tevdigerin. PKK wek hêzekî bergirîya ewlehiya Îranê tevdigere û nahêle kurd ku li rojhilat di serdema herî dijwar a dîroka xwe de derbas dibe, bi azadî tevbigerin. Di rojên herî dijwar ên Îranê de, PKK rê li ber gelê Rojhilatê Kurdistanê girt û heta niha jî bala gelê Rojhilatê Kurdistanê dide cihên din û rojeva wan manîpule dike. Ev hevkariya stratejîk bi kêrî PKK ê hat, lê Îranê parîyê herî mezin xwar. Em ê nekevin hûrguliyên van tirştan. Kesê ku siyaseta Kurd nas bike, dîroka têkiliyên PKK û Îranê jî dizane. Lê em ê bipirsin: PKK ji vê yekê çi qezenc kir? Kurda ji şirîkatiya stratejîk a PKK-Îranê re çi qezenc kir? Ya herî girîng jî gelê Rojhilatê Kurdistanê çi sûd jê wergirt?

PKK ji bo Zeynep Celalîyan ji Îranê çi xwest?

Gelo Kesek heye ku ji me re bibêje ka Kurdan ji Îranê çi bi dest xwe xistine? Na. Ev 10 sal in PKK li ser navê Îranê li Sûriyê, Rojava, Kerkûk û Şengalê şer dike, di heman demê de ciwanên Kurd ji bo ajandeya veşartî ya Îranê dişîne şer, ci behra Rojhilatê Kurdistanê ket? Tiştek neket. Mînak, eger PKK bi rastî ji Zeynep Celalîyan xemgîn ba û bixwasta rewşa wê baştir bike, dikaribû di çarçoveya hevkariya stratejî ya ligel Îranê de daxwaza azadkirina Zeynep Celalîyan bikira, yan jî ji ber pirsgirêkên wê yên tenduristî wê bibin girtîgeha malê. Heke ev yek jî pêk nehat, dikaribû girtîgehek çêtir li nêzîkî malbata xwe bihêle û bi malbata xwe re bêhtir hevdîtinê bike. Lê PKK ê ji bo Celalîyan tiştek ji Îranê nexwest.

PKK ji bo xwe ji Îranê çi daxwaz kir?

Lê PKK di vê heyama 10 salan de bi dehan rêveber bi taybet navên «Sabrî Ok û Riza Altun» bi nasnameya Îranê ji «Tehranê» bi balafiran şandine «Şamê». Bi navbeynkariya Îranê, rêveberên payebilind ên Îranê li Bexdayê hevdîtin pêk anîn. «Cemîl Bayik» li ser sînorê Îranê û li bajarê Silêmaniyê di bin garantiya îstixbarata Îranê de dijî. «Cemîl Bayik û Mistafa Qarasû» bi dehan caran ji bo pirsgirêkên tenduristiyê û hevdîtinan çûne «Urmiyê». Di rêya «Kêleşînê û Pênciwînê» re bi tonan çek dan PKK ê. Heta bihayên gumrikê yên qaçaxçiyên sînor jî ji aliyê PKK û Îranê ve bi hev re dihat diyarkirin. Ji bo çi ji bo Celalîyan û girtiyên din PKK ê yek gav jî neavêt? Çima tiştek ji wan nexwest? Çima serî li jineke wek «Zeynep Muhammedî» negirt ku tenê sûcê wê fêrkirina kurdî ya zarokan bû?

Ji ber ku PKK daxwazeke wiha ji Îranê nîne. Sedema esasî ya ku PKK li tu parçeyê tu destkeftiyên Kurdan bi dest naxe ev e: PKK li ser tu maseya dîplomatîk tiştekî ji Kurdan re naxwaze. Dîplomasîya PKK ê dîplomasîya partîyê ye, çi daxwaz û talebîyên netewî nake.

Daxwazên PKK ê ji bo Kurdan li ser maseya dîplomasî çi ne?

Dema ku PKK bi Îranê re dicive; Ewlehiya rêvebiran, bikaranîna rehet a sînoran, izna gumrikê û karanîna balafirgehê ji bo rêveberên xwe û hwd hemî li ser masê ne. Dema ku ew bi Iraqê re hevdîtin dikin mijar; ji bo mûçê çekdaran, bikaranîna balafirgehê, çek û pereyan nîqaş dikin. Dema ku bi Tirkiyê re hevdîtin dikin; ji bo Ocelan zindana malê, sîstema demokrasi, xwarin û vexwarina Ocelan û hwd li ser masa “dîplomasî” ne. Dema ku bi Şamê re dicive; Ewlehiya samanên li Şamê, dermankirina birîndaran, bikaranîna balafirgehê, destûra veguhestina pereyan û hwd, têne nîqaşkirin û biryardan. PKK di tu hevdîtinan de behsa mafên kurdan yên siyasî û civakî nake. Ger bi rastî PKK ê li ser navê Kurdan tiştek bixwesta, îro ne «Zeynep Celalîyan» û ne jî «Zeynep Muhammedî» nedihatin binçavkirin û zîndanî kirin. Li Rojhilatê Kurdistanê Kurd dikaribûn di rewşeke gelek baştir de bijîyan. Lê têkiliya PKK û Îranê ne ew e ku berjewendiyên kurdan biparêze. Ev têkilî di navbera berjewendiyên dewleta Îranê û berjewendiyên partiya PKK ê de ye.

Zeynep Celalîyan ji du alîyan ve girtîye

Mixabin ji ber vê yekê Zeynep Celalîyan ne carekê, du caran dîl tê girtin. Ji aliyekê ve mehkûmê dewleta dagirker a Îranê ye, li aliyê din jî amûrekî propagandaya PKK ê ye di girtîgehê de.

Dem bi dem yek-du êrîşên Îranê bi planekî hevbeş, li dijî PJAK ê û girtiyên PJAK ê çêdibin. Lê ev êrîş tenê ji bo veşartina pêwendiyên Îran û PKK ê tên bikaranîn. Îran rê dide gelê Rojhilat ku ew ber bi PKK ê ve biçin. Ji berku Îran, PKK ê weke hêzekî xwe dibine û guhê PKK ê di destê Îranê da ye.  PKK li ser navê Îranê gelê Rojhilat kontrol dike.

Di encamê de PKK û Îran dostên hev yên qedîmin. Cemîl Bayik di «Dola Tû, Kalaçolan û Merga Panê» de bi endamên Îtlaatê, îstîxbarata Îranê re tawle dilîze. Zarokên Kurdan ên weke Zeynep Celalîyan jî ji bo veşartina têkilêya qirêj li girtîgehan tên îstîsmarkirin. Ji bo vê jî ger em ê ji Zeynep Celalîyan re tagê vekin, divê beriya her tiştî em bang li PKK ê bikin ku tiliya xwe ji bo Zeynep Celalîyan hilde û dawiyê bi propagandaya îstismarkirina Zeynep Celalîyan bîne.

Pustên heman beş