Hevserokê KCK ê Cemil Bayik di hevpeyvîna xwe ya bi ANF re, rojnameya PKKê ya ku li Ewropayê weşanê dike, nîşaneyên siyaseta PKKê ya pêşerojê diyar kir. Bayik careke din piştgiriya xwe da Îranê, got ku ew li dijî parçebûna Iraqê û mudaxeleya li ser Îranê ne, û ji bo hemû têkçûnên leşkerî jî PDK wek berpirsiyar dît.
Bayik herwiha bi eşkereyî tekez kir ku ew li dijî dewletbûna Kurdan in û got ku pêvajoya li Rojava encama paradîgmaya bêdewletiya Ocalan e. Wî bi pesindana Ocalan, gotinên gelekî baldar li hemberî Tirkiyê bi kar anîn. Ji bo krîza li Rojhilata Navîn jî Emerîka, Îsrail û Brîtanya berpirsiyar dît.
Ji sala 2013 an ve, PKKe bi koordînatoriya Cemil Bayik wek beşek ji eniya Şiî ya Îranê cih girtibû. Herwiha rêveberên PKKê gelek caran gotinên wek “Me rê li ber ketina rejîma Essed girt” û “Em rê li ber mudaxeleya li ser Îranê digirin” bi kar anîbûn. Heta Cemil Bayik di 2 yê Çileya 2019 an de gotibû “PKKe asteng e, astengeke herî mezin e li hemberî koalîsyona dijî Îranê.”
Di vê hevpeyvînê de jî Cemil Bayik gelek caran peyam ji Îranê re şandin û got “Em li dijî mudaxeleya li ser Îranê ne, em li dijî hemû mudaxeleyên li ser dewetên herêmê ne, divê pirsgirêk bi dînamîkên hundirîn bên çareserkirin.”
Gelo Cemil Bayik dê têkçûna xwe qebûl bike
Piştî ketina rejîma Essed, PKKe qet behsa têkçûna eniya ku ew beşek jê bû nake. Lê ji aliyekî ve jî dixwaze bi rêya Rojava xwe ji nû ve bicih bike, bi Tirkiyeyê re têkiliyan nerm bike û bi Ewropayê re jî pêwendiyan pêş bixe. Lêbelê PKKe dizane ku Îran û eniya Şiî ya ku di bin êrîşên mezin de ye, hewceyî Kurdan e. PKKe dizane ku ev hewceyî ji aliyê PDK û partiyên Rojhilatê ve nayê bicihkirin. Ji ber vê yekê, ew têkiliyên xwe bi eniya Şiî re jî xera nake.
Bi rastî jî nayê hêvîkirin ku PKKe vê yekê bike. Ji ber ku girseyên PKKê hemû sengerên xwe yên 40 salî li Bakurê Kurdistanê û Başûr winda kirin. Tenê li Silêmaniyê û Şengalê, li cihên ku Îran û Şiiyên Iraqê destûr didin, baregehên wan ên leşkerî û çiyayî hene.
PKKe li navenda bajarê Silêmaniyê weberhênanên mezin kirine. Mînak, ji bo medyaya xwe li ser erdekî fireh navendeke mezin ava kiriye. Herwiha li navenda bajêr gelek xanî kirîne, nexweşxane vekiriye û li dora bajêr gelek tûnel çêkirine. Ne mimkun e ku PKKe di rojekê de van hemû weberhênanan bicih bihêle. Ji bo ku PKKe xwe bavêje eniyeke din, divê pêşniyazeke baştir ji hemû cih û weberhênanên heyî re were kirin.
Lê tiştekî ji van hemiyan girîngtir heye, ew jî rewşa PKKe ya Cemil Bayik e. Me berê jî gotibû ku Bayik PKKe yek ava kiriye ku tê de Ocalan di pozisyoneke manewî de tê girtin û ew bi xwe rêberê pratîkî ye. Bi derketina PKKê ji bereyê Îranê , evê pozisyona Cemil Bayik dê biguhere. Ji ber vê yekê, Cemil Bayik dê ji bo parastina pozisyona xwe bêhtir bi bereyê Îranê ve girêdayî bimîne. Ji ber vê ye ku di hemû axaftina xwe de Bayik du peyam ji bo du hêzên niha yên eniya Şiî, Îran û Iraqê, şandin.
Bayik, bi gotina “bi Kurdan re li hev bikin” îşaret bi PJAK ê kir û peyama ku ew dikare PJAKê ji Îranê re bike mertal da.
Ji aliyekî ve got ku ew li dijî guherîna sînoran e, lê di pey re jî got “metirsî heye ku Iraq parçe bibe”. Herwiha bi gotina “serokwezîr Sûdanî guh nade Şiiyan” bang li Şiiyên tundrew kir. Li vir destê dostaniyê dirêjî Şiiyên tundrew kir û PDK bi hevkariya bi Tirkiye û emperyalîstan re tawanbar kir. Yanî di rastiyê de Cemil Bayik ev peyam da Îran û Iraqê: “Îsrail û Emerîka dixwazin we parçe bikin, ji bo vê hûn hewceyî Kurdan in. PDK bi wan hêzan re tevdigere. Lê em dijî vê helwestê ne.”
Lêbelê Bayik dîsa jî, ji bo ku ji hêrsa Ocalan xelas bibe, got “Paradîgmaya Serok APO dikare hemû pirsgirêkan çareser bike” û bi vî awayî nîşan da ku ew ji danûstandinê bi Tirkiyeyê re vekirî ye. Heta bi gotina “Tirkiye ji hevkêşeya siyasî tê dûrxistin” pêşniyar kir ku Tirkiye karta Kurdan bi kar bîne.
Lê binêrin, me cewherê mijarê got. Di nav van de tu armanceke têkildarî maf û berjewendiyên Kurdan tune ye. Tenê û tenê xurtkirina rêxistina PKKê û bicihkirina misyona wê heye. Ji ber vê em dibêjin ku PKKe asteng e li pêşiya azadiya Kurdan. PKKe di dîroka xwe ya 40 salî de bi piştgiriya hêzên dagirker heya îro jiyaye. PKKe di dîroka xwe de li paytextên dagirkeran jiyaye û hê jî çavên wê li Şam, Enqere, Tehran û Bexdayê ne. Niha jî dema ku mirov li gotinên wan dinêre, armanc ne rizgarkirina Amedê û Mehabadê ye. Armanc xwe sipartina Enqere û Tehranê ye. Sedema ku ew li dijî mudaxeleyên li herêmê ne jî ev e. Cemil Bayik misyona 40 salî ya PKKê careke din dupat kiriye.