Agirê nefreta Ocalan û neteweya demokratîk dê Rojava jî bi şewitîne

Ocalan-Peyam-Info

Bangewazî û hewlên rêberê PKKê yên ji boy wendakirina destkeftiyên Kurdan li Rojava Kurdistanê dewam dikin, hevseroka Dem Partiyê radgihîne; Ocalan nêrîneke nû ji boy Rojava heye û dikare bibe kilîla sereke ya çareseriyê.

Komsyona aştiyê ku di du rojên rabûrî de serdana Îmraliyê kirin, wan hevdîtina bi Ocalan re bi herî erênî nirxand, ji ber ku Ocalan weke ku jê tê pêşbînî kirin, her tişt di berjewendîya Tirkiyeyê de ji wan re got û wêdetir jî peyameke ji boy berjewendîya Tirkiyeyê jî bo Rojava pêşkêş kir.

Pêvajoya ku Kurd tê de hatine feda kirin, Tirkiye bi “paqijkirina dewletê ji terorê” dibîne

Hat ragihandin, di hevdîtina komisyonê ya Îmraliyê de, çekdanîna PKKê û vekşîna tam ya ji Tirkiyeyê hatine nîqaş kirin, Ocalan dixwaze ev herdu xal herî zû pêk werin, Tirkiye jî dibêje: Em bi kiryar ji armanca mezin Tirkiyeya bê teror nêzîk bûne. Pêvajoyeke ku her destkeftiyên gelekî li jêr navê biratîya bi Tirkan re tê de werin wenda kirin, Tirkiye hêjan bi pêvajoya paqijkirina dewletê ji terorê nas dike.

Ji 27 Sibata îsal 2025ê, Ocalan ti xemsarî û teqsîrî di derxistina bangewaziyan de nekir, bangewaziyên bihêzkirina Tirkan û lawazkirina Kurdan.

Her bihêzbûneke Kurdan heger ne di berjewndîya neteweya Tirk de be, bi t awayî nayê qebûl kirin

PKKe hilweşand û çek pê dan avêtin, Gerîla li Bakur nehiştin, Kurd layîqî xweserî û xwerêvebirinê nedîtin, neteweya demokratîk weke çareserî pêşkêş kir, Tirk jî heger çi dibêje biratîya bi Kurdan re lê her tiştê ku dibe sedema bihêzbûna Kurdan li dervey neteweya Tirkiyeyê bi xeyal dibîne, li gorî Tirkiyeyê her bihêzbûneke Kurdan heger ne di berjewndîya neteweya Tirk û dewleta Tirk de be, bi ti awayî nayê qebûl kirin.

Ocalan di sala 2025ê de xizmeteke herî mezin bo Tirkiyeyê kir, wî xewna Kurdan li Bakurê Kurdistanê wenda kir, îro jî hatiye dixwaze wê nefesa ku Rojava kêşaye lê çik bike.

Di du mehên dawîn de ev cara duyemîne Ocalan peyamên taybet bo Rojava Kurdistanê dişîne, herî dawî duh peyam daye şanda komisyona û parlmentoyê yên ku bi wî re civiyabûn.

Banga nû ya Ocalan bo Rojava Kurdistanê

Tulay Hatimogular hevseroka Dem Partiyê radgihîne: Li Îmraliyê rewşa Sûryeyê bi berferehî hatiye nîqaşkirin û Ocalan nêrîneka nû pêşkêş kiriye ku dikare bibe kilîla sereke ya pêvajoya aştiyê, bi taybetî jî li deverên Bakur- Rojihlatê Sûryeyê.

Ocalan di bangewazîya ku berî du mehan bo Rojava kirî, hind xalên sereke weke fermanekê şandine û ji rayedarên Rêveberîya Xweser re go: Cî bi cî bikin.

Ocalan vekrî û eşkere ji rêveberîya Rojava re go: Daxwaziyên xweserî, federalî û heta birêvebirina dewleta Sûryê ya bi hevbeşî nabe werin kirin, herin Şamê û vegerin Peymana 10 Adarê û her tiştî teslîmî Ehmed El Şer bikin.

Rojava Kurdistanê ku niha di qonaxeke hesas û biryardar re derbaz dibe û danpêdaneke navneteweyî jê re çêbûye, Ocalan dixwaze vî derî lê qepat bike û weke çawa Bakur qurbanî berjewendîya xwe û Tirkiyeyê kir, dixwaze Rojava jî bi heman derdî bibe.

Nerhetîya Ocalan ji Rojava ji ya Tirkiyeyê kêmtir nîne

Hesasyeta Ocalan ji Rojava ji ya Tirkiyeyê kêmtir nîne, Tirkiye vekirî û eşkere dibêje: HSDe xeterîya herî mezine li ser Tirkiyeyê, Ocalan jî eynî tişt dibêje, Tirkiye dibêje divê HSDe çekan radestî Şamê bike, Ocalan jî dibêje herin Şamê û destê Ehmed El Şer’ maç bikin, bi kurtasî daxwaziyên Tirkiyeyê û Ocalan yên ji Rojava yekin û armanc jî nehiştina her tiştê ku dibe sedema nerhetîya Tirkiyeyê.

Ocalan ewqas di îsalê de ji boy bihêzkirina Tirkiyeyê û lawazkirina Kurdan xebitî ku rêberê neteweperistên Tirk Devlet Bahçelî ewqas nexebitî ye, ya rast her ev yêk jê dihat pêşbînî kirin ji ber ku di berê de Ocalan gotibû: Bila çi Tirk xwe ji min Tirktir nebîne.

Agirê nefreta Ocalan û pêvajoya guherandina neteweya Kurd bi neteweya demokratîk berbûye dehmena Rojava Kurdistanê jî û hinekî maye bi tevahî bi şewtîne.

Pustên heman beş