Ayettûlah Aşîtî: Berê Kurd bi Biratiya Ummetê hatin xapandin û îro bi Biratiya Gelan tên xapandin

Ayettûlah-Aşîtî-info

Serokê giştîyê Partiya Azadî Ayettûlah Aşîtî ji ajansa ANFê ya PKKê re axivî û di derbara rewşa Rojava de hin nirxandin kirin û got: “Aliyên bas li biratiya gelan dikin pir şaşin. Berê Kurd bi biratiya olî û biratiya ummetê hatin xapandin û ji dewleteke serbixwe bê par bûn, îro jî bi axaftinên weke biratiya gelan tên xapandin”.

Di hevpeyvîna xwe ya bi ANFê re, serokê giştî yê Partiya Azadî bi awayekî nerasterast PKKe rexne kir û ragihand:

“Aliyên bas li biratiya gelan dikin pir şaşin, nabe weke ku çewa berê Kurd bi biratiya ummetê hatin xapandin û ji dewleteke serbixwe bê parbûn, îro jî bi axaftinên weke biratiya gelan bên xapandin. Dema hinek dewletên netewî di dinyayê de ji hinek neteweyan re hebin û hinek jî mehrûm bin û mirov bibêje biratiya gelan û biratiya însanî, ev tiştekî neraste, ev tiştekî xelete, tiştekî şaşe, mirov pêşî bibe weke hev êdî mirov wê biratiyê ava bike”.

Serokê giştîyê Partiya Azadî her wiha got: “Li Sûryê sûd wergirtina ji derfetan îro di sedsala pêş me de Kurdistana serbixwe ye, ger Kurd bizanibe ji derfetên ku îro li Rojava hatine pêş sûd wergire, di sedsala bê de li Rojava wê Kurdistana serbixwe were ava kirin”.

Her weha got: “Sitratejya bi bandor eve ku pirrengî û yekrêzî bê avakirin, eger sitratejyeke hevpar bê meşandin, gelê me yê li Sûryeyê li gel hemû cihrengî, bawerî û etinîkî dikare li hev kom bibe û bandorê li rewşa Sûryeyê bike û di nava dewletên netewî de wê cihê wan çêbibe, wê qîmetê wan çêbibe, pozisyona saxlem eve ku bi yekrêzî piştgrîya hêzên leşkerî bê kirin, di halê hazir de Kurd li Sûryeyê xwedî hêzeke leşkerî ne. Eger Kurdên li Sûryeyê piştgriyê bidin vê hêza leşkerî bi wê wateyê tê ku pozisyoneke saxlem bê girtin û li gorî wê dê dîsa qedir û qîmetê wan û cihê wan di xaka Sûryeyê de hebe”.

Ders wergirtina ji dîrokê

Ayettûlah Aşîtî ragihand, ji bo Kurdan gelekî girînge ku ders ji dîrokê bê wergirtin. Divê gelê Kurd şaştiyên di dîrokê de hatine kirin bi her awayî binirxîne, dersê ji van şaştiyan werbigirn û heman şaştiyan dubare nekin. Mînak, di sedsala derbasbûyî de Kurd ji ber ku oldar bûn li pey hesta biratiya olî ketin û şensê bûyîna dewletê ji dest dan. Di vê mijarê de gelek şîrove dikarin bêne kirin, lê belê bi kurtasî dikarim vê bibêjim: “Biratiya olî ket pêşiya dewletbûna netewî ya Kurdan, evca îro jî hinek camêr biratiya însanî dibêjin, wekhevîya gelan dibêjin..Hud gerek ev şaştî îro neyê kirin, yanî wekhevî.. Bila dewleta Kurdan çêbibe, êdî di nava dewletên dinyayê çi j wan re heye û di çi astê de ne, Kurd jî bi wê astê bi wan re muxateb bibin, yanî dema hinek dewletên netewî di dinyayê de ji hinek neteweyan re hebin û hinek jî mehrûm bin û mirov bibêje biratiya gelan û biratiya însanî, ev tiştekî neraste, ev tiştekî xelete, tiştekî şaşe, mirov pêşî bibe weke hev êdî mirov wê biratiyê ava bike”.

Pêşixstina nerîn û dîblomasiya hevpar bi xebatên hevpar û şefaf mumkîne

 Serokê giştiyê Partiya Azadî tekez kir, pêwîst dike gelê Kurd li Sûryeyê hemû bi hev re di hondirê şefafiyetê de vekirî, ne bi dizî û ne bi pîlan li pişt perda, hemû pilan û sitratejiyan bi hev re çêkin, bi awayekî şefaf û vekirî ji her kesî re, ji ber ku bi ya min yek ji sedemên xiyaneta di nava Kurdan de yek jê eve ku şefafiyet tuneye, dema ku şefafiyet hebe, weswese nakeve nava dilê mirovan, xayintî û bê bextî jî çênabe, xwedê milletê Kurd jî weke her milletekî din ê dinyayê serfîraz bike.

Ev daxuyaniya serokê giştîyê Partiya Azadî di demekî de ye ku PKKe bi tev rêxistin û partiyên ser bi wê ve banga biratiya gelan dike û bi t awa bas li dirustkirina dewleteke serbixwe ji boy Kurdan nakin, her kes û aliyekî ku basî dewleteke serbixwe ji boy Kurdan dike weke sîxor û xayîn bi gel didin naskirin.

Ya rast ka çawa Osmanyan bi xapandina “biratiya ummetê” li Çanakkaleyê xala lawaza Kurdan anku bawermendîya îmanê îstismar kirin, Mistefa Kemal jî heman fêl bikar anî û di navbera salên 1919-1923 de bi gotina “dewleta hevpar ya Kurd-Tirk” dewleta neteweya Tirk ya yekgrtî bi alîkariya Kurdan ava kir. Vê carê jî Tirk bi alîkarya PKKê, bi xapînoka “inter nasyonalîzim, Komara Demokratîk” heman lîsitkê li hember Kurdan dileyzin. Di binyatê xwe de armanca “biratiya ummetê” ya Kurdan ya li Çanakkale û Sakaryayê û armanca “Komara Demokratîk” ya PKKê xizmeta heman tiştê dike, anku armanca Tirikbûnê. Dema em li armanc û amrazên siyasî yên PKKê dinêrin, mirov dikare vê rastiyê pir bi zelal bibîne.

Pustên heman beş