Qelişîn di navbera YNK ê û PKK ê de: Asayîşa YNK ê saziyên PKK ê girtin, medyaya PKK ê YNK bi xayin tawanbar kir û gef lê xwarin

Qelişîn di navbera YNK ê û PKK ê de: Asayîşa YNK ê saziyên PKK ê girtin, medyaya PKK ê YNK bi xayin tawanbar kir û gef lê xwarin

Asayîşa Silêmaniyê di 31 ê Çileya Paşîn de êrîş bir ser Rêxistina Pêşvebirina Hunerî ya Niwêger, Rêxistina Merzîye, Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) û Şîrketa Prodekşinî Gizîngî Berbeyan û çalakiyên wan rawestand. Çavkaniyên herêmî dibêjin ku hêzên asayişê deriyên van saziyan mohr kirin û dest danîn ser tiştên wan.

Piştî girtina van çar saziyên ku beşek ji rêxistinbûna PKK ê li Silêmaniyê ne, hin sazî û derdorên nêzîkî PKK ê daxuyaniyên çapemeniyê dan û rewş şermezar kirin. Ev sazî ku bi giştî kesên sivîl û herêmî di paşxanê de ne lê ji aliyê kadroyên PKK ê ve tên birêvebirin.

Heta niha ji YNK ê tu daxuyanî derbarê girtina saziyên çand û huner, muzîk, navenda tevgera jinan û şîrketên berhemhêneriyê yên ku ji bo JIN TV yê bernameyên çêdikin, nehatiye dayîn. Nayê zanîn ka girtina van saziyan bi rastî girtinek e yan jî şerekî bi hevkirî ye. PKK di medyaya xwe ya bi navê Roj News de ku li Silêmaniyê weşanê dike, nûçe û gotarên ku YNK ê tehdît dikin weşand. Lê gotara ku YNK ê tehdît dike tenê bi Tirkî weşand û bi Soranî neweşand. Bikaranîna zimanê nerm di nûçeyên Soranî yên PKK ê de wek helwesteke siyasî tê nirxandin. Ji ber ku PKK ji aliyekî ve bi YNK ê re hevdîtinan dike û ji aliyê din ve naxwaze kesên ji gelê herêmî yên ku di saziyên wê de dixebitin bitirsîne.

Medyaya PKK ê ya bi navê Roj News piştî van bûyeran bi weşandina gotareke bi Tirkî ya bi sernavê “YNK, ket nav lihevkirina di navbera Tirkiye-Iraq û PDK de?” bi awayekî veşartî YNK tehdît kir.

Di gotara PKK ê de hat îdiakirin ku YNK bi du aliyan dilîze, ji aliyekî ve bi şandeyên KNK û Partiya DEM ê re hevdîtinan dike û ji aliyê din ve bi girtina saziyên PKK ê ve çiraya kesk ji Tirkiyeyê re vêdixe. Di gotarê de ku tê gotin “Tê dîtin ku YNK niha siyaseteke dualî dimeşîne” deqên gotarê wiha ne: “Her kes dizane ku di vê rewşê de yê ku dê yekem zirarê bibîne YNK e ye. Ji ber ku tê payîn ku îsal hilbijartinên Meclisa Giştî ya Parêzgehê û Parlamentoya Iraqê bên kirin. Bêguman ger tiştekî wiha çêbe, dengder dê helwesta xwe bi awayekî zelal nîşan bidin û van partiyan ceza bikin” û bi vî awayî YNK tehdît kirin ku dê piştgiriya xwe jê bikişînin.

Her wiha di gotarê de, îşaret bi gotinên hin derdorên YNK ê dan “Gotinên ku dibêjin PDK ê û Hikûmeta Iraqê xwestiye ev sazî bên girtin ne rast in” û bi gotina “Girtina van navendan ji aliyê Asayîşa Silêmaniyê ve di vê qonaxê de bê tu belgeyên qanûnî, zengila yekem a aloziya ne” bal kişand ser qelişîna di navbera YNK ê Û PKK ê de.

Pêvajoyên tangezar ên têkiliyên YNK û PKK ê

Dîroka têkiliyên di navbera YNK û PKK ê de digihîje salên 1990 î. Van her du hêzan ku ji wê tarîxê ve di bin çavdêriya dewleta Îranê de hatin ba hev, di sala 1993 an de eniyeke hevpar ava kirin û êrîşî PDK ê kirin û li gorî rojeva Îranê ya li herêmê tevgeriyan. Lê ev hevpeymana siyasî, leşkerî û aborî di sala 1999an de bi çûyîna Ocalan a Tirkiyeyê re xera bû. YNK ê hemû saziyên PKK ê yên li Silêmaniyê vala kir û gelek kadroyên wê girtin. PKK ê jî di Eylûla 2000 î de êrîşî YNK ê kir û di pevçûnan de her du aliyan bi sedan kes winda kirin.

Piştî van pevçûnan, têkiliyên YNK û PKK ê bi salan aloz man. Her çiqas PKK hewl bide vê serborê veşêre jî, di navbera salên 2000-2013 an de YNK destûr neda ku PKK li herêma wan xebatan bike.

Di sala 2013 an de Îranê her du hêz dîsa anîn ba hev. PKK ji wê tarîxê û pê ve, bi palpiştîya Îranê li navenda bajarê Silêmaniyê û hemû herêmên gundan de saziyên xwe bi cih bû. Ev hevpeymana ku Şîiyan ji bo dorpêçkirina Hewlêrê ava kiribû, di gelek mijaran de bi hev re xebitî û hîn jî dixebite.

Lê bi têkçûna Îranê ya li Rojhilata Navîn û bi taybetî bi rûxandina rejîma Esad re, hêza bingehîn a ku van her du hêzan li ba hev digirt jî hejiyan. Her wiha hêza bingehîn a ku ji gotina Ocalan a “Ez amade me piştgiriyê bidim paradigmaya rêzdar Erdogan û rêzdar Bahçelî” aciz bûye Îran e. Tê pêşbînîkirin ku Îrana ku rêya Silêmanî, Germiyan, Kerkûk û Bexdayê ji PKK ê re vekiribû, dê di rewşeke wiha de rêya mayîna PKK ê li van deran bigire. Nayê zanîn ka girtina saziyên PKK ê ji aliyê YNK ê ve çiqas têkildarî vê pêvajoyê ye. Lê tê zanîn ku YNK ya ku di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê yên 20 ê Îlonê de, tevî piştgiriya PKK û Iraqê tiştê ku hêvî dikir bi dest nexist, li pey lêgerînên din e û li cihekî digere ku xwe lê bispêre, dixwaze têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re nerm bike lê ji ber ku ji Îranê ditirse, ji tevgerînê xwe dide paş.

Ya ku dikare bi awayekî zelal bê gotin ev e; têkiliya di navbera PKK ê û YNK ê de ne têkiliyeke ne Kurd-Kurd e, têkilîyeke zêdetir bi hevpeymaniyek Îranî ye. Çarenûsa vê têkiliya ku di serdema Îran bihêz bû dest pê kiriye, dê dîsa biryara Îran diyar bike. Girtina saziyên PKK ê dikare wek destpêka qelişînekê di navbera her du patîyan de bê dîtin.

Pustên heman beş