Kî xayîn e: Yên ji PKK qut bûne an jî yên di nav PKK de mane?

Partiyên modern li Kurdistanê temenê wan nêzîkî 100 sale. Ji van partiyên ku hene, tu kesî endamên xwe yên ku ji rêxistinê dûr ketine nekuştine. Kesek diçe nav partiyeke din, di wê demê de ku fikrên wî/wê bi vê partiyê re naguncin.

Tu rêxistinan qutbûyînên ji partiyê wek ‘xayîn’ pênase nekiriye. Lê belê PKK ê, wek gelek nexweşiyên fikrî û siyasî, mijara xayintiyê jî berovajî kirî ye.

7 ê Mijdarê li navçeya Feyîdiyê ya girêdayî Duhokê, jinek 30 salî û zilamek 34 salî hatin kuştin. Her du jî ji PKK qut bûbûn û ji xwe re jiyaneke nû ava kiri bûn. hejar bûn, Ciwan Rizgar li înşaatê karkerî dikir. Leyla Mihemmedî hê nû bûbû xwediyê zarokekê û pitika wê hê 50 rojî bû. Ev ne sîxurên tu hêz û layena bûn. Li ser PKK tu tiştên xerab negotibûn. Tenê ‘sûcê’ wan ji PKK qutbûyîn bû. Ew ne xayîn bûn, lê yên ev kuştin û talîmata kuştina wan dan xayîn bûn, zalim bûn û wek nexweşîya penceşêrê bûn di nav Kurdan de.

Li goreyî PKK; Zarokek di mala xwe de mezin dibe, dayik û bavê wî bi hezar zorî-zehmetî wî mezin dikin, hê di temenekî piçûk de diçe nav refên PKK ê û PKK rûyê wan nîşanî malbata wan nake, ev ne xayintî ye.

Li gorîyî PKK ê gava Evdilla Ocalan tê girtin û di yekem xulek de dibêje “Ez dixwazim xizmeta dewleta Tirk bikim”, ev jî ne xayintî ye.

– Lê belê ciwanekî ku nizane PKK çi ye, di temenê 15-16 salî de diçe nav PKK ê, dibîne ku nikare nava refên wan de berdewam bike û qut dibe, PKK ji wan re dibêje “ev xayintî ye.”

Yekî 10 sal, 20 sal di nav PKK ê de dimîne, şer dike, birîndar dibe, birçî û tênî dimîne, kes ji wî re nabêje tu qehremanî. Lê dema ew kes dibêje “ez westiyam, êdî nikarim bikim, dixwazim rûnim” yekser ji wî re dibêjin “tu xayînî”. An jî piştî demekê dibîne ku rêxistinê fikra xwe guhartîye, dibêje “ez êdî naxwazim ji bo vê fikrê xebat bikim û bimirim”, yek ser jê re dibêjin “tu xayînî”.

Nexêr, van kesan xayintî nekirine, lê PKK ê xayintî bi wan kesan re kirîye.

PKK kengî zêde behsa xayinan kir, bizanin ku di wê demê de PKK ê xayintiyek mezin kiriye. Bi taybetî kengî endamên xwe yên berê dikuje, di wê demê de diyar e ku PKK dixwaze xayintiya xwe ya mezin veşêre.

Werin bi çend mînakan em vê yekê berbiçav bikin:

Mînaka yekem

Celal Aydin yekem kadro ye ku ji ber ku ji PKK ê qut bûbû hate kuştin. Sala 1977 an Celal tê gihîşt ku Baqî Karer bi destê PKK ê hatiye kuştin, gumana wî li ser Ocalan çêbû. Loma Ji PKK qut bû. Bi behaneya ku “em dixwazin nîqaş bikin” ew anîn ba xwe û kuştin. Ocalan got “wî kesî ji dozê re xayintî kiribû”. Na, Celal Aydin ne xayîn bû. Wî rastiya xayintiyê dît û ew hat kuştin.

Mînaka Duyem

Dr. Suleyman (Seîd Çurukkaya) ji bo Kurdistaneke azad û serbixwe tevlî PKK ê bi bû. Çalakî li nav bajarên Tirkiyê kir, fermandarê gerîla bû, berpirsê Saha-Eyaleta Amedê bû. Piştî Ocalan gotî “ez dixwazim xizmeta dewleta tirk bikim”, piştî wê jî armanc û stratejîya PKK guhart. Dijayetiya dewletbûna Kurdan û neguhartina sînorên Rojhilata Navîn bû armanca sereke ya PKK ê. Dr. Suleyman di kongerya 7 de got “ez vê fikrê qebûl nakim, ji bo vê armancê ez xwe nadim kuştin” û ji PKK ê qut bû.

PKK ê got “Dr. Suleyman xayîn e”. Lê belê xayînên rast ew bûn ku yên ji Dr. Suleyman re gotin xayîn, ew bi xwe xayîn bûn. Dr. Suleyman li ser armanca xwe dimeşî.

PKK ê salan xwest Saîd Çurukkaya (Dr Suleyman) bikuje. Heta dema ku hatî Başûrê Kurdistanê bo dijî DAÎŞ şer bike, PKK amadekarî dikir ku wî bikuje.

Ev her du mînak bes in ku em bibînin ku sebebê kuştina qutbûyiyên PKK ê ne ji ber “xayintîye” ye, belku ji ber xayintî û siyaseta PKK bi xwe ye.

PKK ji bo îradeya Kurdan desteser bike dijwarî û zordarîyê weke alavekî bi kar tine. Dixwaze bi darê zorê xelkê bitirsîne ku serê xwe hemberî wan bitewîne. Sedemeke din a kuştina kesên veqetîyayî jî ew e ku PKK pêşîya qutbûnên nav xwe bigire ku kesek newêre qut bibe. Di hêlekê de jî dixwaze yên veqetîyayî çavtirsandî bike.

PKK îdîa dike ku ew ê hemû Rojhilata Navîn û Cîhanê azad bikin û demokrasîyê saz bikin, lê belê heman PKK kesên ku bi sala ji wan re xizmetek kirî dikuje. Partîya ku xizmetkar û hevalên xwe re bêwefa be û wan bikuje heke erka desthilatdarîyê bi dest xwe ve bînin wê pergalekî zulumkar û dîktatorî damezrîne. PKK bi kuştina endamên xwe nîşan dide ku “tu çi qas xizmet bikî jî di encamp de PKK dibe qatilê hevalê xwe”

Şerîf Alpsozmen gazî yê PKK ê û şelelî bû, ew û heskirîya wî Ayşe Dîzim ji ber evîndarîya navbera wan de bi îşkence li Elmanya hatin kuştin. Ayşe di nava gera herîyê de hat xeniqandin. Şerîf jî xistin bin wesayîtê û bi caran li ser bedena wî re hatin û çûn heya kuştî. Osman Balîç(Şoreş) fermandarekî şer bû di nava PKK ê de. Di salên 1980 û 90 î de bi sedan cara ji mirinê filitî bû.

Sala 2004 ji rêxistinê veqetîya PKK ê ew û zaroka wî Rewşen li ser sofra xwarinê bi şêwazekî hovane qetilkirin. Kanî Yilmaz, Mehmet Şener, Hikmet Fîdan bi sala di zîndanên dewleta dagirker de îşkence dîtibûn. Endamên pêşeng ên PKK ê bûn û ji Ocalan bêhtir xwedî xizmet bûn û şê û azarên mezin kişyabûn. Lê belê ji ber ku rexne li PKK ê xwarin ew hatin kuştin.

Ev kesan ne xayîn bûn. Lê kesên fermana kuştina wan dayî Cemîl Bayik, Murad Qarayilan, Besê Hozat bixwe xayîn bûn. Yên ew kuştî jî ne qehreman in xayîn in.

Tevgera PKK ê hevalî dike qatilê hevalî û tenê mirinê ji hevalên xwe re rewa dibîne.

Pustên heman beş