Erebekê û Tirkekê li Îmraliyê bi Ocalan re li ser pirsgirêka Kurd gotûbêj kir. Ocalan dikare çi bibêje?

Erebekê û Tirkekê li Îmraliyê bi Ocalan re li ser pirsgirêka Kurd gotûbêj kir. Ocalan dikare çi bibêje?

Hevdîtina Dem Partî û Ocalan ya ku demekî dirêj dihat çaverêkirin were pêkanîn, hat encamdan. Piştî hevdîtinê dihat hêvîkirin ku DEM PARTÎ daxuyaniyekê bide, lê piştî derbasbûna 24 saetan ji nû ve daxuyanî da. Ji ber ku şanda Dem Partiyê destpêkê hevdîtin bi Koordinasyona PKK ê ya li Tirkiyeyê û saziyên PKK ê yên li Belçîkayê encam da û paşê gotinên Ocalan anîn ziman. Piştre bi îhtîmaleka mezin tiştên ku KCK ê gotiye wan “nebêjin” jê hatin derxistin û sansûr bûn. Dewletê jî beriya KCK ê ji şandê re got ka çi bê ragihandin û çi neyê ragihandin.

Heke bê bîra we, xwarziyê Ocalan Omer Ocalan jî di 23 ê Cotmehê de bi Ocalan re hevdîtin kir, lê tenê piştî 45 rojan çend peyv li ser hevdîtinê axivî. Ji ber ku Qendîlê jê re gotibû neaxive.

Yanî daxuyaniya ku li ser hevdîtina Bûldan û Onder hat dayîn, ji sansûra dewlet û PKK ê derbas bûye. Ji ber vê yekê em danûstandinên rastîn nizanîn.

Lê di encamê de şiyana meya têgihiştina bûyeran heye. Bi berçavgirtina hevdîtinên Îsraîl-PKK ê-dewletê yên ku 25 salin berdewam dikin, herçend ne peyv bi peyv be jî, derfeta me ya têgihiştina mentiqê giştî yê gotûbêjan heye.

Kî nûnertiya Kurdan li ser maseya Îmraliyê dike?

Yekem; pirsgirêka Kurd tê gotûbêjkirin, li Bakurê Kurdistanê 32 milyon kurd dijîn û çarenivîsa van mirovan tê diyarkirin, lê di hevdîtinê de nûnerê kurdan tune ye. Şanda ku çûye cem Ocalan ne nûnerên Kurdan in. Yek Tirk e yek jî Ereb e… Herwiha eger kurd jî bin, ya girîng ewe ku ew nûnertiya Kurdistanê bikin, ev her du kes ne kurdin û qet nûnertiya kurdan jî nakin. Ya balkêş ewe ku Evdilla Ocalan jî dema di sala 1999an de ji Kenyayê dihat Tirkiyeyê got “diya min Tirk e”. Paşê jî got “ez ne gelek kurd tême hesibandin, min li Şamê jî qet bi kurdî nediaxivî”. Wate wê demê Ocalan jî ne Kurd e. Başe, em dikarin bibêjin di hevdîtinên Îmraliyê de Pervîna Ereb, Sirriyê Tirk, Ocalanê Tirk û dewleta Tirk bi hev re rûniştine û li ser “pirsgirêka kurd” axivîne.

Yek ji yên ku çûne Pervîn Bûldan e ku wê di sala 2012 an de ji Ocalan re gotibû “Em ne Kurd in, em Erebên Sêrtê ne”. Pervîn Bûldan di pêvajoya çareseriyê ya 2013 an de jî di nav şanda ku çû Îmraliyê de bû. Ew kesek bû ku dewlet-PKK û Îmralî li ser wê li hev kiribûn. Ji sala 2007 an heta îro 17 sal in parlamenteriyê dike û 5 sal jî Hevserokiya HDP ê kir. Ji ber ku keseke bê vîzyona siyasî bû û tenê di navbera Qendîl-Îmralî-Dewletê de çentegerî dikir, ji aliyê her sê hêzan ve hat piştgirîkirin. Di wesayîta wê ya parastî de du caran madeyên hişber hatin dîtin. Lê dewletê li hember vê jî deng dernexist. Kurdên ku dengê xwe didan HDP ê jî digotin çima em dengê xwe didin vê jinê.

Rewşa Sirrî Sûreyya Onder bi temamî komeka gumanê ye. Ew Tirk e, ji çepa Tirk hatiye û di rabirdû de di nava saziyên Kemalîst ên Ergenekonê ye ku dewleta Tirk bi rê ve dibirin de cih girtîye. Ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin ku ew hespê Troyayê bû ku ji bo jinav birina hêza Kurdên Bakur a 2012 an hat bikaranîn. Ew kesê sereke ye ku bi gotina “Em ê nehêlin tu bibî Serok(Erdogan)” Demirtaş şand nava zevîya mayînan. Paşê Demirtaş û parlamenterên HDP ê yên wê demê yan ketin girtîgehê yan jî hemû reviyan û neçar man ku biçin Ewropayê, lê Sirrî Sûreyya Onder ku serkêşîya vê pêvajoyê dikir dîsa bû parlamenter û heta wek berdêla xizmetên wî wek dîyarî bû Cîgirê Serokê Parlamentoyê. Sırrı Süreyya Önder gibi Kürt hareketine sızmış misyoner Türkleri daha önce de yazmıştık. Konuya bakmak isteyenler şu linke bakabilir.

Ocalan dkare çi bêje?

Bi awayekî balkêş di çapemeniyê de, hem medyaya di bin kontrola dewleta Tirk de û hem jî medyaya PKK ê hat gotin ku gotinên Ocalan dê pir girîng bin. Û her kesê dipirsî: “Ocalan dê çi bibêje?”. Lê pirs şaşe, divê pirs ev ba” dewlet dê destûra çi bide ku Ocalan çi bibêje?”

Erê, Ocalan ji sala 1999 an vir ve tu tiştê ku dewleta Tirk nexwestiye û ziyanê bide berjewendiyên dewleta Tirk negotiye. Bibexşînin, dibe ku hin ji we Ocalan hez dikin û difikirin ku wî xizmeteke mezin kiriye. Lê çîrok ne wek ya ku hûn dizanin e.

Dewletê çi xwest be, Ocalan ew gotiye. Dewleta Tirk got gerîla vekişîne, vekişand; dewletê got bila PKK e şerî dest pê bike, dest pê kir; got agirbestê biqedîne, qedand; ji bo hilbijartinên Stenbolê got ji boy me dengan bixwaze, xwest. Îro jî şanda Demê eşkere kir, Ocalan ji wan re gotiye, ” ez wê arîkariya pêwîst ji bo pêşniyara birêz Bahçelî û birêz Erdogan bikim” ku ev jî tam ew tişte yê ku dewlet ji Ocalan dixwaze, paşê ji bo nameya Newroza 2013 an got; “ew name dewletê bi min da nivîsandin, ew peyv dewletê lê zêde kirin”. Em ewê jî bihêlin aliyekî, ji bo Kobanê ku bi sedan kurdan xwîn rijandin wî got “min û Hakan Fîdan(Serokê Mîtê) Kobanî rizgar kir”. Ocalan niha jî nikare – naxwaze gavekê jî bê xwasteka dewletê bavêje. Ji ber vê yekê, hevdîtinên Îmraliyê niha projeyên ji bo xurtkirina desthilata Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê pêşkêş dikin. Belê, Ocalan dîsa boçûnek ku pêvajoyê ji bo kurdan tevlihev dike eşkere kir ku tê de îfadeyên wek “nûjenkirina ruhê Eşme, Aştiya Tirk-Kurd, pêngavên pêwîst ji bo parastina yekparetiya Tirkiyeyê” û hwd…. Hebûn.

Ocalan ji ber vê rastîyê xwe tiştekî nû negot. Û ji me re jî ya ku dewlet dixwaze hat gotin.

Pîrozkirina gotinên Ocalan bi xwe şaşîye, lê hewildana derxistina wateyên kûr yên di berjewendiya kurdan de ji wan gotinên wî şaşiyeke hêj mezintire. Hevdîtinên Îmraliyê ne hevdîtinên çareserkirina pirsgirêka Kurdane, belku hevdîtinên birêvebirina pirsgirêka Kurdane, ji aliyê dewleta Tirk ve.

Pustên heman beş