Medyaya Tirk û Kurd di van rojên dawî de nûçeyên derbarê hevdîtina DEM Partiyê ya bi Ocalan re li Îmraliyê di rêza yekem de cih digirin. Meseleya Îmraliyê ku wek pozîsyoneke ku dê çarenûsa Kurdistanê biguherîne tê pêşkeşkirin, meseleyeke gelek aloz e. Pêvajoya Îmraliyê ya Evdillah Ocalan û awayê bikaranîna wî li ser Kurdan yek ji mijarên girîng e ku divê kesên ku dixwazin sosyolojî û siyaseta Kurdan lêkolîn bikin, li ser bisekinin.
Di 25 salên dawî de Kurd li pey Ocalan ê li Îmraliyê û têgihên ku li Îmraliyê têne hilberîn têne ajotin. Mijara sereke ya ku ji Îmraliyê li ser Kurdan tê sepandin ev e: “Lehengek girtî ye, dijminan ew zincîr kirine û eger zincîrên xwe biqetîne, dê cîhanê rizgarke, her tişt dê azad bibe”. Ev senaryo hem ji bo dewleta Tirk û hem jî ji bo PKK û Ocalan bi kêr tê. Kurd ji aliyê PKK û Ocalan ve têne kontrolkirin; PKK ji aliyê Ocalan ve tê kontrolkirin, Ocalan ji aliyê dewletê ve tê kontrolkirin. Yanî di encamê de dewleta Tirk Kurdan bi rêya Ocalan-PKK ê ve kontrol dike.
Di navbera dewleta Tirk-Îmralî-PKK ê de rewşeke hevsengiyê heye. Ji ber vê yekê tu kes naxwaze ku ev rewşa hevsengiyê biguhere. Rewşa ku jê re sîstema Îmraliyê tê gotin, di rastiyê de rewşa di bin kontrolê de girtina Kurdan e. Rewşa ku jê re tecrîda Îmraliyê tê gotin, di rastiyê de formeke îstîsmarê ye ku ji bo Kurd ji aliyê hestîyarî ve ji Ocalan neqetin hatiye afirandin. Tu caran li Îmraliyê tecrîd çênebûye. Hevdîtinên di navbera dewleta Tirk û Ocalan de bênavber berdewam in. Ji destpêka salên 2000 î ve gelê Bakurê Kurdistanê, bi gotinên wek Ocalan nexweş e, di bin tecrîdê de ye, bi zorê porê wî hatiye jêkirin, bi maddê kîmyewî hatiye jehrkirin û hwd… Kurd tên xapandin, û girse derxistin kolanan. Lê belê dema ku gel van çalakiyan dikir, Ocalan rojane derve dişopand, bi rêxistin û dewletê re hevdîtin dikir. Heta bi kadroyên PKKê re jî hevdîtin dikir.
Mêvanên hertimî yên Îmraliyê Yûksel Genç û Sabri Ok
Mînak, yek ji hevdîtinên ku tu carî ji gel re nehatiye eşkerekirin, hevdîtina sala 2006 an e. Kadroyên PKK ê li Îmraliyê serdana Ocalan kirine.
Piştî ku AKP hat ser desthilatdariyê, xwest bi şerkirina li dijî saziyên Ergenekon û Kemalîst ên di nav dewlet û artêşê de hegemonya xwe ava bike. Yek ji qadên avakirina vê hegemonyayê jî Îmralî bû. AKP, ji bo ku nîşan bide ku ew ji Artêşa Tirk bêhtir pêşengî dike û bêhtir nerm e, biryar da ku kadroyên ku dewletê bi xwe organîze kirine bişîne Îmraliyê.
Piştî meha Tîrmeha sala 2006 an jî, AKP hewl da ku bi şandina nûçeyên rasterast ji PKK ê re vê pêvajoyê bilez bike. Û AKP û PKK li ser sê navan li hev kirin: Sabri Ok, Yûksel Genç û Ehmet Tirk.
Sabri Ok pêşî serdana Qendîlê dike û piştre diçe Îmraliyê. Ev her sê kes ji aliyê dewletê ve li Stenbolê têne rakirin û piştre bi helîkopterê birin Îmralî. Û piştî vê hevdîtinê jî berê wan dane Qendîl.
Ev şand piştre di navbera PKK û Îmraliyê de hatin û çûn. Heta Sabri Ok wek nûnerê Ocalan ê Tirkiyeyê tê tayînkirin û gelek salan li Tirkiyeyê xebatên PKK ê bi rê ve dibe. Sabri Ok bi awayekî xala hevpar a PKK-Qendîl-Îmraliyê ye. Piştre heman erkê li Brukselê bi rê ve dibe. Piştî sala 2015 an jî li Rojavayê bi cih bûye û ev erk bi rê ve biriye.
Yûksel Genç jî yek ji navên sereke yên di hevdîtinên PKK-Qendîlê de ye. Yûksel ku sala 1997 an tevlî PKK ê bûye, di PKK ê de navê Jiyan Elbistan bi kar tîne. Sala 1999 an di nav Komên Aştiyê ya pêşî de cih digire ku PKK ê şandine Tirkîyê. Piştre jî li Tirkiyeyê di xebatên stratejîk ên PKK ê de wek rêveber maye. Mînak, bûye koordînatorê giştî yê xebatên Çapemenî û Weşanê. Yûksel bi cihgirinekî wek rewşenbîrekî ku dûrî PKK ê, xwestine ku hem bi dewletê re hem jî bi PKK ê re têkiliyên xwe biparêze. Demekê di sala 2012 an de dema hat binçavkirin, bi awayekî nerasterast pozîsyona xwe anî bîra dewletê û got “Min hevdîtinên xwe yên ji bo aştî û çareseriyê tu car neveşartin”. Çend roj şûnda jî hat berdan. Yûksel Genç niha li Amedê wek Koordînatorê Navenda Lêkolînên Siyasî û Civakî (SAMER) hatiye erkdarkirin. Ev her du nav, yanî Sabri Ok û Yûksel Genç, gelek carên din jî çûne Îmraliyê.
Hînbûna van wek agahiyên teknîkî jî pirr girîng e. Ji ber ku gel bi bêparkirin ji van agahiyan tê manipulekirin.
Têgihiştina “Li Îmraliyê tecrîd heye, eger Ocalan-dewlet-PKK hevdîtin bikin dê hemû pirsgirêk çareser bibin” ne rast e. Ji ber ku hevdîtinên Îmralî-Qendîl-Dewletê tu carî neqediyane. Hê berî çend rojan şandeke bi serokatiya Hevserokê DEM Partiyê Tûlay Hatimogullarî çû Silêmaniyê, nameyeke ji Îmraliyê ji PKK ê re bir û nameya KCK ê jî anî Îmraliyê. Ev tora têkiliyên veşartî ku 15 sal in dom dike, ji windakirina Kurdan pê ve tu tiştekî din nekiriye. Çareseriyeke rastîn, bi hevdîtinên veşartî yên li Bruksel, Enqere, Îmralî û Silêmaniyê çênabe. Ev hevdîtin û danûstandin ne ji bo pêşeroja gel û çareseriya pirsgirêka Kurd in, tenê û tenê hevdîtinên bo domandina hebûna PKK ê û berjewendiyên dewleta Tirk e.