Civîna ENKSê û HSDê, yekrêzîya derew ya PKKê îfşa kir

Media-PKK-ENKS-Mazloum-Abdi-info

Yêk ji gîrîngtirîn civînên yekrêziyê duh di nêvbera ENKSê û HSDê de hat li darxistin. Tevî ku PKKe dewam qala yekrêzîya Kurdan dike, lêbelê bi rêzkekê jî ev gava pir gîrîng ya li Rojava behis nekir. Civîna ENKSê û Mezlûm Ebdî tevî ku dikare weke hêvênê yekrêzîya rastîn li Rojava bê hesab kirin, lê di heman demê de rûyê rast yê PKKê îfşa kir. PKKe naxwaze yekrêzî çêbibe ji bo ku ecêndayên wê nekevin xeteriyê.

Bi garantiya Koalîsyon Navdewletî ya ku Amerîka serperiştîya wê dike, duh bûyereke pir girîng li Hesekê ya Rojava Kurdistanê çêbû, Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûryê ENKSe û Mezlûm Ebdî fermandarê giştî yê Hêzên Sûryeya Demokratîk HSDê civiyan. Mirov dikare bibêje ev civîn weke kevirê bingehîn yê avakirina yekrêzîya Kurde li Rojava Kurdistanê.

Ji hêla ENKSê ve her yêk ji Mihemed Îsmaîl, Silêman Oso, Nimet Dawud û Feysel Yûsif û ji hêla HSDê ve, Mezlûm Ebdî, Rêdûr Xelîl û Hozan di civînê de hazir bûn.

ENKSe: Me li ser berdewamiya diyalogê li hev kir

ENKSê xwest HSDe ji PKKê dûr bibe

ENKSê derbarê civînê got: “Civîn baş derbas bûye, me li ser berdewamiya diyalogê li hev kir û dê civîneke din jî were kirin”.

Her wiha diyar kir, di demeke nêzîk de dê civîneke din hebe.

Çavkaniyên taybet yên Darka Mazî aşkere kir ku di civîna bi Mezlûm Ebdî de, ENKSê ev daxwazî araste kirine:

  1. Eşkere kirina çarenûsa girtiyên ji hêla PKKê ve hatine girtin.

  2. Nabe yê ku ne ji xelkê Rojava be di nava wan de bi xebite.

  3. Dûr ketina ji rêxistna PKKê.

Komîteyek hevbeş hat pêkanîn

HSDe: Divê nakokiyên di navbera aliyan de zû çareser bibin

Hêzên Sûryeya Demokratîk HSDê jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku civîn pêk hatiye.

Li gorî daxuyaniya HSDê, di civînê de hatiye diyarkirin ku divê nakokiyên di navbera aliyan de zû çareser bibin û berdewamiya hevdîtinan girînge.

Li dawiya civînê biryar hat girtin ku komîteyeke hevbeş ji boy çareserkirina kêşeyan were avakirin û civîn berdewam bibin.

Medyaya Kurdî, Erebî û biyanî jî bi geşbîniyeke pir mezin civîna ENKSê û HSDê şopandin, şîrove, analîz û nûçeyên yekrêzîya Kurdan û girîngiya wê ji boy di qûnaxa pêş me de di Sûryeya nû de parvekirin, tenê medya PKKê nebe, wê bi rêzkekê jî behsa civîna ENKSê û HSDê nekir, her weke ti civîn pêknehatine.

PKKe ji damezrandina xwe û heya roja me ya îro qala yekrêziyê dike, lê gava ku yekrêzî çêdibe li dijî wê di sekine!

PKKe ji damezrandina xwe û heya roja me ya îro qala yekrêzîya Kurdan dike, bi hezaran ciwanên Kurdan bi vê dirûşmeya xwe xapandine û berê wan da mirinê, hemû tevger û partiyên Kurdan red dike, bi kurtasî her cîhê rêxistin lê be, yekrêzî li wê derê tune. Li Rojava û destpêka şorişa Sûryê li sal 2012ê PKKê li wir pêş Nîzama Esed ve şerê Kurdan kir û nehişt Kurd li dijî Esed rabin.

Ji wê demê ve û heya hilweşîna rejîma Sûryê, ango ev 13 salin dewam partiyên Kurdî bi xaîn tewanbar dike, êrîşî baregehên wan dikir, di şewitandin, kadroyên wan zîndan dikirin, îşkence li wan dikir û li ser cadeyan bi keviran serê kadroyên ENKSê di şikandin.

PKKê pilansaziyek ji boy qûnaxa pêş me li Rojava Kurdistanê danaye û di pilanên wê de yekrêzî tune, ew dixwaze yekrêzyeke demkî çêbike û piştre ecêndayên xwe yên ku xizmeta dewletên dagîrker dike yêk bi yêk cî bi cî bike.

Ji duh ve medya PKKê nûçeya civîna ENKSê û Mezlûm Ebdî û daxuyaniyên herdu alîyan yên piştî civînê parvenekirine û ti qala civînê nekir, ev jî dihête wê wateyê ku PKKe bi gotin qala yekrêziyê dike lê bi kiryar naxwaze yekrêzî çêbibe û dê li dijî vê gavê hewlên xwe berdewam bike.

Serok Barzanî kevirê bingehîn yê yekrêzîya Kurdan li Rojava danîbû

Serok Mesûd Barzanî û her wiha Nêçîrvan Barzanî serokê herêma Kurdistanê, ji destpêka aloziyên Sûryê ji bo ku Kurdên Rojava bigehin mafên xwe ketin nav hewlên mezin de, Peymanên Hewlêr û Dihokê ji boy yekrêzîya Kurdên Rojava çêkirin, ev herdu peyman weke seywanekê ji boy yekrêzîya Kurdan ava kirin, ew hengavên yekem bûn yên çêkirina statûya Rojava Kurdistanê û tevlî kirina tev part û aliyên siyasîy yên Kurdistanî di piroseya wê ya siyasî de, lê belê PKKê nehişt ew peyman werin cî bi cî kirin û li dijî hewlên yekrêziyê sekinî.

Bi ketina Rejîma Esed jî Barzanî bang li Ehmed Şer’ kir ku divê di Sûryeya nû de mafên gelên Sûryê bi taybet gelê Kurd werin garantî kirin.

Pustên heman beş