Xwe ji partîtiyê dûr bigirin, heta rewşa Sûriyê zelal dibe, siyaseta Kurdayetiyeke berfireh bikin. Hemû di bin sîwana Kurdistanê de siyasetê bikin. Ji partîtî û nakokiyên navxweyî dûr bisekinin. Her tiştî li aliyekî bihêlin û ber bi pêşerojeke ronak ve herin.
Ev gotin Serok Barzanî berîya 12 salan, di 28 ê Çileya 2012’an de gotibûn. Ev gotin wê demê û îro jî rast in.
Tevgera siyasî ya Barzanî û tekoşîna Rojava her tim mil bi mil hev bûne û her tim piştgirî dane hev. Serok Mesûd Barzanî ev kevneşopiya tevgera Barzanî parast û berjewendiya Rojava her tim li ber çav girt. Ji ber vê yekê jî gelê Rojava Tevgera Barzanî, Partî û Serok Barzanî her tim hembêz kir. Heta sala 1996’an, xelkê Rojava li Qamişlo wiha pêşwazî li Serok Barzanî kir.
Dema pêvajoya Bihara Erebî li Sûriyê jî dest pê kir, Serok Barzanî hemû derfetên xwe yên siyasî, dîplomatîk, aborî û leşkerî ji bo Rojava pêşkêş kirin. Ne tenê ji bo tevgerên siyasî yên ku nêzî PDK bûn, Ji bo wan tevgerên siyasî yên nêzî PKK jî hemû derfet afirandin. Hewlêr ji bo van hêzan bû navendeke dîplomatîk û sîyasî. Serok ji wan re got “ev der mala we ye”.
Serok Barzanî sê şîret li Rojava kirin: “Yekîtiyê çêkin, li ser nasnameya kurdî tevbigerin, ji Rejîma Esed dûr bikevin.”
Û ji wan re got: Xwe muhtacî tu hikûmetan nekin, werin ez çi hewce be dê bidim we. Tenê ji bo ku em rastî pirsgirêkeke hiqûqî neyên, em sînor çêkin. Lê tiştekî rû bide ev der ya we ye. Kengî hûn werin hûn ne mêvan in, xwediyê malê ne.
Sala 2012’an Rojava û PKK’ê gelek astengî dijîn û ji ber vê yekê xwe nêzî PDK’ê kirin, ji hemû derfetan sûdmend bûn. PKK ji bo ku xwe meşrû bike û sûd wergire, Rojava ji xwe re kir qurban. Berjewendiyên xwe esas girt. PKK’e çû bi rejîma Sûriyê û Îranê re hevkarî kir. Rojava ji hemû muxalifên Sûriyê dûr xist. Û ji Rojava dest bi êrîşên destkeftiyên Başûr kirin, di nav xelkê de tovê neyartî çandin. Şûna ku Başûr û Rojava bibin yek, wan Rojava wek sengerek bo dijîtiya Barzanî û Başûr Kurdistanê bi kar anî.
Wan çi qas dijminatî jî kirin lê belê Serok Barzanî dîsa jî piştevanîya Rojava kir. Serok ji bo Rojava gavên mezin avêtin:
– 11 ê Tîrmeha 2012’an Peymana Hewlêrê ku li Rojava pêkve tevgerê esas digirt hat îmzekirin.
– 23 ê Cotmeha 2014’an Peymana Duhokê hat îmzekirin.
– Ger herdu peyman(Duhok-Hewlêr) cih bihatana, îro rewşa Sûriyê û Rojava gelek cuda dibû.
Serok Barzanî ji bo parastina Kobanê gaveke mêjûyî avêt û Pêşmerge şand Rojava. Ne tenê Pêşmerge şand, Hêzên Hevpeyman jî qanî kirin ku piştgirîya Rojava bikin. Yanî hêzên Emerîkî û Koalîsyonê bi teşwîq û şîreta Serok Barzanî çûn Rojava. Serok Barzanî li tekoşîna li Kobanê xwedî derket û li ber çavê dinyayê got “Silavan li şervanên Kobanî dikim.”
Serok her tim ji bo parastina Rojava amade bû: Sala 2015 an ji bo pêşmerge got: “Çawa ku hûn gelê herêmê diparêzin, hûnê birayên me yên li Rojava jî biparêzin, ew jî erkeke pîroz e.”
Serok ne tenê kesên siyasî parastin, ji bo gel jî derfetên jiyanê avakir. Sala 2012’an meha Tebaxê deriyê Sêmalka vekir û bi sed hezaran xelk hatin Başûr. Serok li kampan sardana gelê Rojava kir û got “Ev der mala we ye, hûn ne mêvan in, hûn xwediyê malê ne.”
Serok Barzanî operasyona li ser Efrîn û Serêkaniyê jî wek dagirkerî dît û helwest nîşan da. Rasterast bang li rayedarên Emerîkî kir û xwest ku ew ji Rojava dernekevin.
Ev kurte mêjû jî bese ku were dîtin ka Serok Barzanî çiqas piştgiriya Rojava kiriye. Lê mixabin PKK’e û baskên wê yên Rojava, dîtinên Serok Barzanî her tim berevajî vegotin, dema ketin tengasiyê jî bang li serok kirin. Lê nehiştin ev dîtinên Serok Barzanî li Rojava bikeve şîyanê. Bi siyaseta kanton, jinolojî, xweserî, paradigma û gotinên wisa Rojava ber bi macereyeke xeternak ve birin û ji bo xwe kirin amûrên rant ê. Lê îro di encamên rûdanan dîrokê pesendkir ka helwestên Serok Barzanî çiqas rast bûn. Em dikarin bêjin dîtina Serok Barzanî li Sûriyê û Rojava serket.
Serok Barzanî di tekoşîna xwe de du dagirkerên Kurd bin dest xistin: Sedam Husên û Beşar Esed. Di hilweşandina her du dagirkeran de Serok Barzanî xwedî roleke sereke bû. Eger sala 2011’an xeta Serok Barzanî li Rojava bihata meşandin, serkeftin îro misoger bû.
Ev kesên ku bi rastî welatperwer in û dixwazin Kurd li Rojava bibin xwediyê mafên xwe, vê demê divê bibînin ku Serok Barzanî 13 salin piştgiriya Rojava kiriye û ji vir û pê ve jî bi tecrûbe, pêşbînî, nêrîn û kevneşopiyeke mezin dîsa ewê piştgiriya Rojava bike.